• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Serokê Hevbendiyê
    • Emîndarê Giştî
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Serokê Hevbendiyê
    • Emîndarê Giştî
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hikûmeta Sûrî ya Demkî Rapora Karê Xwe li Pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Pêşkêş Dike

January 13, 2021
in Nûçeyên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Hikûmeta Sûrî ya Demkî Rapora Karê Xwe li Pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Pêşkêş Dike

Hikûmeta Sûrî ya Demkî rapora karê xwe yê dema bûrî li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî raxist, ew jî di civînên rola 54emîm ên ku li dar ketin de.

Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa, şiroveyek derbarê karê Hikûmetê li deverên rizgarkirî yên ku têde girîngî dane bilindkirina asta ketwarê xizmetguzarî û aboriyê di riya vekirina saziyên hikûmetê yên nû re pêşkêş kir, her weha şopandina rêşûnên rûbirûbûna vîrosa korona û guhdana bi kêşeyên derbider û koçberan û dabînkirina pêdviyên wan û xurtkirina ewlhî û aramiyê û di warê nûjenkirina pergala Artêşa Niştimanî ya Sûrî û bilindkirina sata karîna wî ya şer û pevçûnê.

Û di pey re Wezîrên Hikûmetê raporên xebatên xwe pêşkêş kirin, û Wezîrê Berevaniyê Lîwa, Selîm Idrîs, karê ku Wezaretê herdem şopandiye derbarê rewşa meydanî û leşkerî li gel rayedarên hêzên leşkerî û serokatiya erkanê berçav kir, wek vekirina leşkergehên rahênanê yên nû û derçûna girûpên şervanan û bal kişand ser amadekariyên Wezaretê ku kolîjeke cengê ya girêdayî Artêşa Niştimanî Sûrî veke.

Û Wezîrê Navxwe Mihyîdîn Elhermoş li ser karê wezaretê di berfirehkirina kadroyên polîs û hêzên asayîşa giştî de axivî, û got ku wezaretê rahênanin nû li dar xistin ji bo kesên tevlî rêzên polîs û asayîşa giştî bûne, û pişkinînên bizîşkî û govdeyî û çandî ji wan re hatine çêkirin.

Û Wezîrê Darayî û Aboriyê, Ebdulhekîm Elmisrî, pirojeyên ku wezaretê di dema vê dawiyê de vekirine berçav kirin, her weha amadekirina bûdceya sala 2021an û amadekirina reşnivîsa guhartina bihayên gumrîkê yên sala dahatî bo dergehên sînorî.

Û Wezîra Perwerde û Hînkirinê, Huda Elebsî, şiroveyek li ser pilana wezaretê derbarê guvaşên wê li ser bidestxistina venasînê bi bawernameyên zanîngehê yên ku ji aliyê zanîngeha Heleba Azad ve derketine pêşkêş kir, her weha li ser pêşxistina hînkirina bilind û rêbazên xwendinê di zanîngehan de axivî.

Û Elebsî diyar kir ku Wezaret li gel zanîngehên Tirkî û Ewropî û Emrîkî di avakirina hevpişkî û hevkariyê di qonaxa dahatî de berdewam e, ew jî dihêle ku asta hînkirinê li deverên rizgarkirî bilind be, û dê di danpêdana bi bawernameyan de alîkar be.

Û Wezîrê Tenduristiyê D. Meram Elşêx şiroveyek li ser çalakî û xebatên ku wezaret di hundir pilana karta tenduristî de pê rabûye pêşkêş kir, û li ser rewşa giştî di dema vîrosa korona de axivî, û ji amadebûyan re hejmara pêketî û miriyan ta vê katê û karê wezaretê di rûbirûbûna vîrosê de xuya kir, her weha xebatên xwe bo dabînkirina vaksînê ji welatiyên li deverên rizgarkirî re diyar kirin.

Û wezîrê Rêveberiya Xwecihî û Xizmetguzariyan Mihemed Seîd Silêman, piroje û çalakiyên ku wezaret pê rabûye berçav kirin, û eşkere kir ku Wezaret guh dide doz û karûbarê koçber û derbideran û dixebite daku komîteyên ku nûnertiya wan dikin ava bike.

Û Wezîr li ser xebatê Rêvebiriya Karûbarê Encûmenên Xwecihî û Rêvebiriya Berjewendiyên Aqaran axivî, û karê wezaretê di warên alektrîk û ava vexwarinê û rêçên avrêjnê û rêyan û veguhestin û pêwendiyan diyar kir.

Û Wezîr şiroveyek li ser çalakiyên wezaretê û pilanên wê derbarê karên çandinê û samanê dewêr û avdanê û karê saziya giştî ya êmê sewalan û saziya giştî ya dexl û dan pêşkêş kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Desteya Danûstandinê ya Sûrî Çalakiyeke Navdewletî Derbarê Penaberên Sûrî Lidar Dixe
Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Danûstandinê ya Sûrî Çalakiyeke Navdewletî Derbarê Penaberên Sûrî Lidar Dixe

January 23, 2021
Elherîrî Serdana Nûnergeha Hevbendiya Niştimanî li Îyaleta Gazî Entab Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Elherîrî Serdana Nûnergeha Hevbendiya Niştimanî li Îyaleta Gazî Entab Dike

January 22, 2021
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 606.7k Fan
  • 113.3k Follower
  • 9.7k Subscriber
  • 5.5k Follower
  • 6 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Danûstandinê ya Sûrî Çalakiyeke Navdewletî Derbarê Penaberên Sûrî Lidar Dixe

Elherîrî Serdana Nûnergeha Hevbendiya Niştimanî li Îyaleta Gazî Entab Dike

Hevbendiya Niştimanî li gel Nûnera Norwêcê li bal Encûmena Ewlekariyê Dicive

Serokê Hevbendiya Niştimanî Serdana Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Dike û li Karên Yekîneyê ji Nêz de Temaşe Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.