Hêzên Rêjîmê û milîtanên Îranî di pêkanîna pêşkevtinê li aniyên bajarê Der’a têk çûn, piştî operasiyoneke leşkerî ya tund, ji destpêka meha cehzeranê ve ko firokên Rûsî jî têde beşdar bûn, bi amanca ko dîsa bajêr bi tekûzî kontrol bikin.
Tev ko rêjîmê û hevalbendên wê çekên qedexekirî wek bombeyên goşî û mûşekên napalm yên sotandinê bikar anîne û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ketine û bû sedema derbideriya bi hezarên sivîlan ber bi sînorê Urdunê ve lê biser neketin.
Odeya operasiyona “Elbunyan Elmersûs ” anî ziman ko artêşa Sûrî ya azad dora 350 endamên hêza rêjîmê û milîtanan kuştin, ji nav wan jî 100 efser bi pileyên corbicor û bêtir ji 29 endamên milîtanên hizbulaha tirorist û du endamên pasvanên şoreşger yên Îranî
Û di “infogiraf ” de, yê ji Odeya operasiyona “Elbunyan Elmersûs ” derket, encamên şerê dawî hatin şirovekirin, şerê ji nîveka sibata borî û heta doh pêncşembê 28 cehzeranê berdewam kir. şoreşgeran tekez kir ko 90% ji taxa Elmenşiyê ya istiratîcî li bajarê Der’a di bin kontrola wan de ye.
Şoreşgeran anîn ziman ko wan du firokên çavdêriyê xistine û 30 tunel û 20 tang û bi dehan turumbêl û alavên leşkerî yên ko di dema têwerdanê de rêjîmê di bombebarana taxên rizgarkirî de bikar tanîn, têk birine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart