Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, daxwaz ji dewletên hevalên gelê Sûrî kir, ji bo piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê bikin, ji bo birêvebirina herêmên rizgarkirî bikin da bê desthilat nemînin.
Riyad Sêf serokê Hevbendiya Niştimanî ev daxwaz di hevdîtina digel şandyarê Birîtanî Garît Bayilî û şandyarê Danîmarkî Îvan Nîlson kir.
Sêf tekez kir ko geşkirina Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê û desthilata demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û encûmenên xwecihî û sindoqa emîndariyê, dê sûdeyeke mezin li miletê Sûrî bike, bi taybetî yên ko li herêmên rizgarkirî zehmetiyê dibînin piştî ko rêjîma Esed hemû hêmanên jiyanê li wir têk birine.
Sêf bal kêşand ser ku guhdana dewletên heval “hêviyê dide me ko miletê Sûrî dê dîsa karibe desthilatdariya xwe bike.”
Herdu şandyaran pesnê karê Hevbendiya Niştimanî da, û li ser hevdîtineke hevbeş, di navbera Hevbendiya Niştimanî û aliyên piştgiriyê dikin li hev kirin, ji bo mikanîzmên hevbeş deynin mîna belgeya ko ji civîna kargeha parêzgeha Reqa encam da.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî