Firensa doh înê daxwaz ji endamên rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî kir tako derbarê encamên raporta rêkxistinê tevbigerin, ya dibêje ko rêjîmê gaza damaran (Srîn) di êrîşa li ser Xan Şêxûn de bikar aniye, û tekez dike ko bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî re guman têde nîn e.
Wezareta derve ya Firensa di daxuyaniyeke xwe de anî ziman “encamên vê raportê gengeşe têde nabe”. Û got “gerek rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî û endamên wê bi berpirsiyariyên xwe rabin, û bi tundtirîn gotin van binpêkirinên nayên pejirandin li gor yasaya qedexekirina belavbûna çekên kîmawî pirotesto bikin. ”
Wezareta derve ya Firensa agahî da ko “divê yên ko bi van sosretan rabûne li Xan Şêxûn û deverên din bi çekên kîmawî li ser tawankariyên xwe bêne sizakirin, yên ko derheqê sivîlan de li Sûriyê pêkanîne..”
Wezîrê derve yê Birîtanî Borîs Consondoh înê got “guman têde nîn e ko hêzên Beşar Elesed di ber bikaranîna çekên kîmawî de li Sûriyê di nîsan borî de berpirsiyar in.”
Conson got”destnîşankirina berpirsiyariya avêtina Sarîn dê nuha ber mîkazîzmeke vekolînê ya hevbeş ve biçe ji bo tekezkirinê, lê qet guman li dev min nîn e ko Rêjêma Esed kiriye.” Conson bêtir got “emê kampanyaya Birîtanî berdewam bikin ji bo sizayan li ser berpirsiyarên êrîşê feriz bikin ”, Conson berdewam kir: “yên ko çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar tînin divê siza bibin.”
Nûnera Emerîkî ya herdemî li Netewên Yekbûyî “Nîkî Hêlî” doh ragihand ko welatê wê li benda komîta Netewên Yekbûyî û rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî ye, tako berpirsiyarên bikaranîna çekên jehrîn li bajarê Xan Şêxûn binav bike, ya ko hêzên Esed di 4 nîsana borî de li wir bikar anîne.
Ji encama êrîşa hêzên rêjîma Esed bi çekên kîmawî li ser bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib di 4 nîsana borî de, bi dehan kes bi xeniqînê hatin kuştin û birîndar bûne piraniya wan zarok in, û wekû lêvegerandin li ser vê kirdeya bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan, Emerîka bi mûşekan êrîşî bingeha leşkerî ya bajarê Elşûeyrat kir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans