Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî duh çarşemê li baregeha Hevbendiyê li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê civiya, û bi hev re behsa xurtkirin û hevrêziya karê Hevbendiyê û saziyên cîbicîkar li deverên rizgarkirî kirin.
Û di civînê de Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî yê Hevbendiyê Riyad Elhesen û Endamê Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Endamên Desteya Giştî Ednan Rehmon û Necîb Elrehmon û Hevrêzkarê Hevbendiyê li Gundewarê Helebê Ehmed Elşihadî û Wezîrên Hikûmetê amade bû.
Û ev civat di çarçoveya xurtkirin û hevrêziya karê saziyên Hevbendiya Niştimanî yên cîbicîkar li deverên rizgarkirî bo pêşkêşkirina xizmetkariyên baş bo welatiyan tê.
Û Hikûmeta Demkî ketwarê rewşa jiyanê li deverên rizgarkirî û rewşa derbider û koçberan di dema seqaya xirab de berçav kir, û li ser rêyên dabînkirina alîkariyên mirovahî ji welatiyan re û karê li gel saziyên hawarçûnê li deverê bo dabînkirina tevaya pêdviyan axivî.
Û Hikûmeta Demkî behsa ketwarê ewlehî li deverên rizgarkirî û teqînên terroristî yên dawîn kir, û diyar kir ku Hikûmetê rêşûnin nû bo dabînkirina ketwarekî ewlehî yê baştir sitandin.
Û Wezîrê Tenduristiyê D. Meram Elşêx şiroveyek li ser pêşdeçûnên ketwarê tenduristî di dema metirsiya vîrosa korona de û karê wezaretê di rûbirûbûna vîros de û dabînkirina veksînê bo nişteciyan pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî