Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan û Ofîsa Şêwirdariyên Stratîcîk di Hevbendiya Niştimanî de workşopek derbarê dîmenê sûriyê di sala 2021an de li dar xist, tê de hejmarek ji Endamên Desteya Siyasî û Endamên Desteya Giştî û nûnerin saziyên Hevbendiyê yên cîbicîkar û navendên lêkolînên Sûrî û Tirkî yên girîng û têklidarî karûbarê Sûrî û xwendekarin ji kolîjên siyasî beşdar bûn.
Û workşopê giringî da sînaroyên pirosesa siyasî li Cinêvê bi serpereştiya Netewên Yekbûyî, û pêşeroja danûstandinên Komîteya Destûrî ya Sûrî, û behsa derfetên vegera danûstandina sepetên dîtir û hewildanên rijêmê ku rewşa xwe di riya hilbijartinan re rêkûpêk bike kirin.
Û amadebûyan sînaryoyên texmînkirî ji Rêvebiriya Emrîkî ya nû derbarê doza Sûrî gengeşe kirin, û li ser nîşanên ku rêvebiriyê ta niha ragihandine û bandorên wê li ser doseya Sûriyê axivîn.
Û amadebûyan nerîn û bîrûbawerî û texmînên girêdayî dîmenên hundir Sûriyê li her çar deveran, deverên rizgarkirî û Idlib û rojhilatê ferat û deverên di bin kontirola rijêmê de anîn ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî