Serokê Hevbendiya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf ligel nûnerên penaberên sûrî yên li kampa E’rsal ya li Libnanê bi rêka enternê kom bû, ji bo gengeşekirina êrîş û zêdegaviyên artêşa Libnanê li ser kampên penaberan yên li navçeyê.
Sêf di civînê de û bi beşdarbûna cîgirên xwe û sikirtêrê giştî û çend endamên desteya siyasî tekez kir ku wê têkiliyan ligel Sa’id Elherîrî serokwezîrê Libnanê bike, û wê ligel wî kar bike ji bo dîtina çareseriyek herdemî ji vê pirsgirêkê re.
Endamê desteya perwerdeya Libnanê Xalid Re’id, diyar kir ku penaber niha di tirsê de dijîn bi sedema êrîşa artêşa Libnanê û bikaranîna top û çekên giran, û amaje bi şehîdbûna çend penaberan û girtina 200 penaberên din kir.
Li aliyekî din, berpirsê dûvçûna karubarên penaberan Ebdulrehman E’ekarî, dît ku tişta li E’rsal bûye “ne ji niha de ye” û got ku penaberên Sûriyê ” di dema bûrî de rastî gelek tawanan hatine”, û got ku navçe li jêr destê hizibulah e û ew dixwaze penaberên Sûrî jê derbixe.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî bi tundî ev yek şermezar kiribû, û herwiha daxwaza dabînkirina parastina pêwîst ji bo penaberên Sûrî ligor yasa navdewletî heta vegera wan li welat ji hikûmeta Libnanê kiribû, û daxwaza rawestandina bikaranîna tirsandina şermezarkirî li dijî penaberan û rawestandina girtin û desteserkirina kirêt ya bê hîç rêzgirtinek li pirsên mirovî û yasayî dibe kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî