Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demikî Cewad Ebû Heteb, civîneke berfireh li gundewarê parêzgeha Idlibê lidar xist, wezîrên desthilatê û serokên encûmenên xwecihî û nûnerên sendîkeyan û dora 250 kesên nûnerîtiya çalakvaniyên sivîl dikin lê amade bûn.
Civîna ko 5 demjimêran dirêj kir, têde wezîrên desthilatê plana karên xwe ya qonaxa dahatî pêşkêş kirin, ji bo vekirina birêveberiyên nû yên bi ser desthilata demkî ve li hemû parêzgehan, wek ya xizmetgozeriyan û veguhastinê û ya darayî.
Civînê çawaniya çakkirina peywendiyan û nehêlana valahiya di navbera dezgehên hikûmetê û parêzgehan û rêkxistinên civaka sivîl û birêveberiyên xwecihî û kartêkerkirina wan dezgehan.
Ebû Heteb dibîne ko diristkirina peywendiyê û kartêkerina dezgehan dê bandora wê li ser pêşkêşkirina xizmetan li herêmên rizgarkirî bêtir be. Navtêdana hemûyan kir ji bo bi hev re kar bikin, û cihên kar yên vala li herêmên rizgarkirî dagirin û rê bidin dezgehan tako xizmeta niştecihan bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî