Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, serdana Nûnergeha Hevbendiyê li Îyaleta Gazî Entab kir, û bi Nûnerê Hevbendiyê Mihemed Elşemalî re civînek pêk anî, û pêre behsa rola nûnergehê û çalakiyên wê yên rojane di xizmeta penaberên Sûrî de li Îyaletê kir.
Û Elherîrî li ser rêyên çakkirina xebatên nûnergehê û pêşdebirina karê wê û pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst bo penaberan axivî, her weha pêşkêşkirina xizmetkariyan li gorî şiyanên bedrest, nemaze yên girêdayî rêşûnên koçberî û nasnameyan.
Û Elherîrî bal kişand ser giringiya rabûna nûnergehê bi lidarxistina hevdîtinan li gel saziyên civaka sivîl yên sûrî û partiyên sûrî li Îyaleta Gazî Entab bo xurtkirina rola Hevbendiya Niştimanî, û li ser pêwîstiya beşdariya nûnergehê di çalakiyên hevbeş di navbera herdû civakên Sûrî û Tirkî de axivî.
Û ji aliyê xwe ve Elşimalî karê Nûnergeha Hevbendiya Niştimanî li Îyaleta Gazî Entab berçav kir, û got ku nûnergeh di civîneke mehane de li gel Waliyê Gazî Entab beşdar dibe, û di wê civînê de bêhtirê rêvebirên rêvebiriyên Turkiyê amade dibin, û têde pirsên sûriyan li Îyaletê gengeşe dibin.
Û bal kişand ser ku nûnergeh di civînên rolane de li gel rêvebirê koçberiyê li Îyaleta Gazî Entab amade dibe, daku pirsên sûriyan yên girêdayî rêvebiriya koçberiyê gengeşe bike, her weha bi saziyên Turkiyê yên giştî re dicive ji bo ku çareseriyên pêwîst ji pirsgirêkên wan penaberan re bibîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî