Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Danûstandinê ya Sûrî Çalakiyeke Navdewletî Derbarê Penaberên Sûrî Lidar Dixe

January 23, 2021
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Desteya Danûstandinê ya Sûrî Çalakiyeke Navdewletî Derbarê Penaberên Sûrî Lidar Dixe

Ofîsa têkliyan ya Desteya Danûstandinê ya Sûrî çalakiyeke navdewletî bo piştgiriya doza penaberên Sûrî lidar xist, têde hejmarek ji penaber û derbiderên welaên derdora Sûriyê û hejmarek ji deverên rizgarkirî yên bakurê sûriyê û girûpek ji çalakvan û mafnas û kesên di saziyên civaka sivîl de dixebitin beşdar bûn, her weha hejmarek ji balyoz û nûnerên herdem yên Almanya, Emerîka, Kanada, Birêtaniya, Tirkiye û Yekîtiya Ewropî yên li bal Netewên Yekbûyî li Cinêvê beşdar bûn.

Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, Enes Elebde, pêşwaziya beşdaran kir, û bal kişand ser ku derdora 13 melyon derbider û penaberên sûrî li seranserî cîhanê hene, û bi şêweyên hovane di riya amûrên leşkerî yên rijêmê û piştgirên wê re koçber bûne, û daxwaza danîna sînorekî ji êş û derdeseriyên koçberan re kir, û bal kişand ser ku ew pêngava bi gihîştina çareya siyasî ya rewa û rasteqîn ve girêdayî ye, di riya cîbicîkirina tam ji biryara 2254 û 2015 û daxwiyaniya Cinêvê ya sala 2012 yan re, yaku dê bighêje avakirina desteya hukimdarî ya veguhêz û jîngeha aram û bêalî ava bike, daku li ser vegera penaberan were axaftin.

Û Elebde tekez kir ku vegera penaber û derbideran bo deverên xwe yên resen divê ewle û rûmetdar û ji dev xwe be, û li gor pîvanên navdewletî yên Komisyona Bilind ya Netewên Yekbûyî ya karûbarê penaberan be.

Û Hevrêzkarê Ofîsa Penaberan di Hevbendiya Niştimanî de, Ednan Rehmon, li ser derdeseriyên penaberên sûrî axivî, û bal kişand ser ku pirsgirêkên penaberan bi bingeha xwe pirsgirêkên siyasî ne, lewra divê di riya karê siyasî re çareser bibin, û got ku karê mirovahî dikare di beşekî siyasî de bixebite, lê nikare berdêla karê siyasî be.

Û tekez kir ku çi çareserî li sûriyê divê doza penaberan tê de sereke be, û li ser astengiyên ewlehî yên berçav û dabînkirina dadwerî û xizmetguzariyan raweste, û bal kişand ser ku vegera penaberan ne tenê ew e penaber vegerin cîgehên xwe, lê divê jêrxaneyeke xizmetguzariyên ji gelek aliyan de ji wan re werin avakirin.

Û Rehmon tekez kir ku misogerkirina ewlehî û aştiyê dabîn nabe bêyî çareya siysî, yaku dê sînorekî sînorekî ji xilasbûna tewanbaran ji sizayan re deyne, û çekan ji çekdaran bistîne, û şiyana gihîştina dadweriyê dabîn bike, û got ku ew hemû tişt dê di riya avakirina desteya hukimdariya veguhêz re pêk werin, li gor daxwiyaniya Cinêvê 2012 û biryara 2254re yaku dê li ser jîngeheke ewle û bêalî bixebite.

Û di daxwiyaniyeke hevbeş de balyozên Yekîtiya Ewropa Walter Stevens û Nûnera Herdem ya Almaniya Michael von Ungren-Steinberg û Nûnerê Herdem yê Tirkiyê Sadiq Erselan û Balyoza Birêtaniya Myriam Sherman û yê bi karê Şandê Emrîka li bal Netewên Yekbûyî radibe Marc Cassayer û Cîgirê Nûnerê Herdem yê Keneda li bal Netewên Yekbûyî Tamara Mawhinney, cext kirin ku welatên wan dê di piştgiriya penaber û derbiderên sûrî û piştgiriya veghestina siyasî de li Sûriyê paben bin, li gor biryarên navdewletî yên bi sûriyê ve girêdayî.

Û bal kişandin ser ku pirosesa siyasî û vegera penaberan bi pêkanîna pêşketina rasteqîn ve girêdayî ye, di riya cîbicîkirina nexşeya rê li gor ku di biryara 2254an de hatiye.

Û kesên bi navê civaka sivîl axivîne, di riya çalakiyê re şiroveyin li ser rewşa penaber û derbider û koçberên bi kotekî ji malên xwe derketine û berve dewletên Libnan û Urdun û Tirkiyê çûne pêşkêş kirin, her weha li ser deverên derbideriyê û dozên wan yên girêdayî bi malûmilkên wan axivîn.

Û ronî dan ser doseya girtiyan û pêwîstiya serbestberdana wan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî wek rêşûnek ji rêşûnên avakirina baweriyê.

Û çalakî bi hejmarek ji temîniyên girîng bo çareya kêşeya penaberên sûrî derket, û têde tekezî li ser pêwîstiya çareya ji kok de ya penaberên sûrî di riya  karê cidî û berhemdar bo pêkanîna veghestina siyasî ya tam û rasteqîn li sûriyê kir, li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê 2018 û 2254 û biryara civata giştî 262/67.

Û temîniyan tekezî li ser pêwîstiya ku li penaber û derbideran binhêrin wek qurbaniyên rijêma Esed û Rûsiya û Îranê kir, û bal kişand ser giringiya çareserkirina kêşeya penaberan di riya dabînkirina jîngeha aram û bêalî û misogerkirina azadiya nerîn û derbirîn û tevaya mafên mirovahî û rawestandina hemû şêweyên grtin û binçavkirinên kotekî.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevdîtinek Diyalogî li gel Partî û Hêzên Siyasî yên Niştimanî bo Behiskirina Retkirina Hilbijartinên Ku Rijêm Xwe Jêre Amade Dike

Hevdîtinek Diyalogî li gel Partî û Hêzên Siyasî yên Niştimanî bo Behiskirina Retkirina Hilbijartinên Ku Rijêm Xwe Jêre Amade Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.