Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, di gotar û gengeşeyeke vekirî de li ser bandorên rewşa meydanî û siyasî li sûriyê yaku Navenda Lêkolînên Nakokiyan û Karê Mirovahî li Qeterê bi hevkariya li gel Balozxaneya Sûrî li Dewha li dar xistiye beşdarî kir.
Û Rêvebirê Navenda Lêkolînên Nakokiyan û Karê Mirovahî Pirofesor Sultan Berekat diyalog birêve bir, û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser dawîtirîn pêşhatên pirosesa siyasî û pêşketinên rewşa meydanî axivî.
Û Elherîrî tekez kir ku ti bijarede bêyî çareya siyasî li gorî biryarên Netewên Yekbûyî û biryara 2254 û danûstandinên Cinêvê nîne, û bal kişand ser ku cîhan niha dizane ku kî astengiyan di rêya çareya siyasî de li sûriyê derdixe, wek amajekirienê bi rijêma Esed.
Û cext kir ku rikberiya sûriyê bo çareya siyasî li sûriyê amade ye, ji ber ku ew takerê ye, û ew jêre amade ye, û bijardeyên berdêl li bal wê hene daku rijêmê neçarî çareyê bike, û got ku ne merc e ku dem bikeve berjewendiya rijêmê, û dibe ku di berjewendiya rikberiyê de be, û wek destnîşankirina xirabiya rewşa aborî û ewlehî li deverên di bin kontirola rijêmê de.
Û Elherîrî daxwaza tevlêbûna cidî nav karê ji bo gihiştina çareya siyasî li sûriyê ji Rêvebiriya Serokê Emrîka Co Baydin kir, û got ku awayê danûstandina Waşinton ger ji aliylê Rêvebiriya Partiya Demoqrasî be an Rêvebiriya Partiyê Komarî be li gel doseya sûriyê tenê di warê rêvebirina nakokiyê de bû, ne ji bo dîtina çareyeke cidî bû.
Û Elherîrî dît ku tevî pirbûna rêvebiriyan lê gewherê karê Emrîkî ji vê çarçoveyê derneket, û tekez kir ku opozisyon di sê xalan de bi rêvebiriya Emrîkî nakok e, ew jî piştgiriya Milîsên PYD li bakurê Sûriyê û doseya Îranê, ji ber metirsî heye ku rêkeftineke nû an ji guhertina rêkeftina berê Îran sûdê di warê aborî de werbigre, ji ber ku Îranê bi milyaran dolar sûde ji rêkeftina newewî ya sala 2015 wergirt, ew qebareyên pera jî ji bo xirabkirina aramiyê li sûriyê xerc kirin, û xala sêyemîn jî girêdayî rêvebiriya nakokiyan e û negihiştina çareyê li sûriyê ye.
Û Elherîrî tekezî li ser sê stûnên kar bi Rêvebiriya Emrîkî ya nû re kir, a yekem divê stratîciya wê destnîşankirî û zelal be, a duyem ku helwesta wê li gor metirsiyên mezin yên li deverê be, a sêyemîn awayê ku dighîne aştî û ewlehiya domdar li sûriyê be, û hişyarî da ji metirsiya ku danûstandina rêvebiriya Emrîkî li gel doseya sûriyê ne li ser pirensîpa çareseriyê be, û kar ji bo cîbicîkirina daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254an neke.
Û Elherîrî li ser rewşa meydanî li sûriyê axivî, û diyar kir ku 10% ji xaka sûriyê di bin kontirola rikberiyê de ye, û 90% ji yê mayî di bin kontirola aliyên dî yên cûrbecûr de ye, û bal kişand ser karîna Emrîka di gihîştina çareya siyasî de li sûriyê, û ew hewcedarî xalên hêzê li ser zemînê ye, û bal kişand ser ku wek wan xalan li bal rikberiya sûrî hene, ew jî saziyên şoreşgerî ne, yên ku danpêdana navdewletî pê heye, û xizmetkariyê bo welatiyan pêşkêş dike, li gel sedemên herêmî û navdewletî, wek rewşa aborî yaku rijêm têde dijî, ji ber sizayên navdewletî yên tund, bi sedema tewanên ku rijêmê dermafê gelê sûrî pêk anîne.
Û Elherîrî cext kir ku şoreş li sûriyê hîn bidawî nebûye, û Esed di cengê de bi ser neketiye, ji ber vîna gelê sûrî, û hîn 42% ji xaka sûriyê ne di bin kontirola rijêmê de ye.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendî berî ku bighêjin çareya siyasî ya veguhêz li gor Daxwiyaniya Cinêvê, û dît ku çi hewldanên nûavakirinê ji aliyê dewletên ku li ser gotinê dileyzin çêbibe, dê dijî gelê sûrî û berjewendiya wî be.
Û Elherîrî pêşwaziya destpêkirina nûavakirinê li bakurê sûriyê û deverên di bin kontirola rikberiyê de kir, yaku bêhtir ji 5 milyon welatî lê dijî, 55% ji wan welatiyan ji deverên sûriyê dîtir hatine koçberkirin.
Û Elherîrî di dawiyê de got ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî ya li bakurê sûriyê a ku dewleta Qeterê piştgiriya wê dike, hewcedarî piştevaniya xebatên wê ye di vegerandina aramiyê û ewlehiyê de, di riya pêşkşkirina alîkariyên mirovahî re, her weha piştgiriya pirojeyên jêrxaneyê wek dibistan, nexweşxane û kolanan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî