Ofîsa Jinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, li bajarê Ezazê yê li gundewarê Helebê bi serpereştiya Cîgira Serok û Hevrêzkara Ofîsa Jinê Ruba Hebûş workşopek li ser ketwarê jinê di bazara kar de li deverên rizgarkirî lidar xist, bi amadebûna hejmarek ji dezgeh û komikên girêdayî jinê û karûbarê wê û hejmarek ji kesayetên ekadîmîk û aborîvan amade bûn.
Û diyalogê şiroveyek li ser ketwarê jinê di bazara kar û cihên ku ew têde dixebitin pşkêş kir, û bal kişand ser ku jina sûrî ya şoreşger tevî rewşa dijwar dikarîbû xwe di bazara kar de biçesipane, û tevî wê rola jinê di çarçoveyeke teng de maye, ji ber ku hin sedemên civakî carna rolekî asteng lîstin.
Û Pisporê Aborî D. Ebdulkerîm Elhemod di axaftina xwe de bal kişand ser rêjeya karmendiya jinê li cîhanê, û tekez kir ku rewşa deverên rizgarkirî ketwarekî nû ferz kir, û divê pêngavin cidî werin avêtin bo çakkirin û xurtkirina hebûna jinê di bazara kar de.
Û rêvebirê kolîja aboriyê di zanîngeha şamê ya taybet de Merof Elxelef, bal kişand ser ku bi sedema rewşa koçberkirin û derbideriyê jin ji cihê çêkirina biryarê hate bidûr xistin, her weha tirsa tecrûbeyê û tunebûna piştgiriya darayî hişt ku beşdariya jinê di bazara kar de hinik be.
Û beşdaran tekez kirin ku rewşa deverên rizgarkirî hişt ku jinên sûrî dest bi pirojeyên xwe yên biçûk û navîn bikin, yên ku serkeftinên bedrest di wê warî de dîne, û jinê li kêlek aboriya civakî kiyanekî aborî azad ji xwe re afirand, û divê bandora rewşên ewlehî kêm bibin, daku rê li pêşiya geşepêdana aborî bête vekirin, û hebûna jinê ya çalak were çespandin.
Û gengeşe û nerînên beşdaran li ser piştgiriya pirojeyên jinê li deverên rizgarkirî û peredana wê û pêwendiyên li gel aliyên têkildar ji bo hêsankirina veguhestin û çûnûhatinê jina xebatkar lihev kirin, her weha lidarxistina zincîrek ji xolên rahênankirinê bo xurtkirina aboriya jinê, û dabînkirina derfetên kar ji wan re, daku hebûna wan di bazara kar de xurt bike, û jinê ji çarçoveya ku şiyanên wê qels dike derîne, di dema ku deverên rizgarkirî pêdviya xwe bi xebatê tevaya heye, ji bo geşepêdana aborî û bihêzkirina civakê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî