Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, pêşwaziya Balyozê Almanî li Enqerê Jürgen Schulz û tîmê pêre kir, û bi wan re behsa pêşhatên rewşa meydanî û pêşketinên pirosesa siyasî kir.
Û di hevdîtinê de Herdu Cîgirên Serok Ebdulhekîm Beşar û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di riya hevdîtinê re rewşa mirovahî li bakurê sûriyê berçav kir, û tekez kir ku rewş dijwar û tirajîdiye ji ber rewşa hewayî ya dijwar û bi sedema vîrosa korona.
Û Elherîrî li ser rewşa parêzgeha Idlibê axivî, û bal kişand ser ku devereke mezin e û rewş têde tevlihev e, û tekez kir ku sivîl li wir terorê ter dikin.
Û got ku derdora 5 melyon welatî li bakur rojavayê sûriyê dijîn, û kêmtirîn pêdviyên jiyana rojane li bal wan nîne, û bal kişand ser ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî li ser avakirina saziyên ku pêdviyên xelkê yên tenduristî û hînkirin û ewlehiyê dabîn bike kar dike.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî kar li ser piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî dike, daku pirogramên xwe li ser ketwar pêk bîne, û berdewam kir û got ku rêvebiriya deverê bêyî piştgiriya civaka nevdewletî dijwar e, nemaze di dema hebûna girûpên teroristî û piştgiriya Rûsî ji rijêmê re.
Û cext kir ku em bi çi rêxistinên teroristî an şervanên biyanî li ser xaka sûriyê napejrînin, û divê lêpirsîna tevaya kesên tewanên dermafê gelê sûrî pêk anîne bibe.
Û Elherîrî li ser rewşa aborî li deverên rijêmê yaku têde sernekeftiye û gendeliya rijêmê û destdnan ser saziyên dewletê ji aliyê milîsan ve axivî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser pêşketinên pirosesa siyasî axivî, û got ku gera dawiyê ji Civatên Komîteya Destûrî weke ku dest pê kiriye bidawî bû, û tekez kir ku şandê Desteya Danûstandinê ya Sûrî amade bû ku kar bike û behsa naverokên destûrî bike, lê kiryarên şandê rijêmê di astengkirin û nehêlana çi pêşketinan de wek her carî asteng bûn.
Û Elherîrî bal kişand ser pêwîstiya ku ejendeyeke zelal û rêbazkirî bo karê di hundir Komîteya Destûrî ya Sûrî de hebe, û got ku ew tev jî ji aliyê Rûsî ve hatibûn retkirin.
Û Elherîrî bal kişand ser ku Rûsiya hîn piştgirê rijêma Esed yê sereke ye, rijêma ku dê hilbijartinên ne rewa di heyvên dahatî de lidar bixe, di dema ku Netewên Yekbûyî nikare hilbijatinan rawestîne an bighêje çareya siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2118 û 2254.
Û Elherîrî cext kir ku çareya yekta li welêt çareya siyasî ye, û got ku rijêm jî wê ret dike û Rûsiya û Îran jî di wê mijarê de piştgiriya rijêmê dikin.
Û Elherîrî dît ku gok niha di werzişgeha civaka navdewletî de ye daku çareya siyasî li ser rijêmê bisepîne, û cext kir ku xebatên civaka navdewletî divê ji bo ku rewş berve çareya siyasî biçe bi yek bin.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Almanî tekezî li ser berdewamiya piştgiriya welatê wî di warê derbasbûna alêkariyên mirovahî de bo deverên rizgarkirî kir, û bal kişand ser giringiya ku hejmara dergehên sînorê yên ku di riya wan re alîkarî diçin deverên rizgarkî zêde bibin, an berdêl werin dabîn kirin.
û tekez kir ku rijêm ji salan de rewatiya xwe winda kiriye, û çi rewatî ji hilbijartinên ku rijêm dixwaze lidar bixe nîne, û got ku astengkirina Esed ji pirosesa siyasî re bû sedema pêşdeneçûna wê, lewra divê kar li ser rêyên din bibe di biryara 2254 û nemaze di doseya girtî û windayan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî