Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Derbarê Hebûna 900 Hezar Belgeyên Ku Esed Tewanbar Dikin

February 25, 2021
in Daxwiyanî
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya niştimanî tekez dike ku nîşanên ku serokê Komîteya Serbixwe ya Ji bo Daddariya Navdewletî Û Sizadanê “Stiven Rap” derbarê tewanên cengê yên li Sûriyê di daxwiyaniyên xwe yên dawî de amaje pê kiriye, nîşanin giring in, û dê bandoreke wan a yekser ji bo sizadana tewankaran hebe, herweha tekeziyê li ser giringiya ronîkirina vê dosyayê di dezgehên Emerîkî de dike û danîna wê careke din di nav ejindayên civaka navdewletî de bi rengekî cedî.

Û giring e ku di vê çarçoveyê de em amajeyê bi van çend xalan bikin:

Yekem: Tevaya van nîşanan piştgiriyek rasteqîn in ji rewaya têkoşîna gelê Sûriyê re ji bo rizgarbûna ji vê rijêmê.

Duyem: Ev nîşan helwestên aliyên ku daxwaza piştgiriya gelê Sûriyê dikin mukumtir dikin, ji bo di pêkanîna armancên xwe û bicîanîna veguhestina siyasî ya rasteqîn û tam de bi ser bikeve.

Sêyem: Ev nîşan berpirsyariya ketwara Sûriyê derbarê sizadana tewankaran careke din datînin ser milê civaka navdewletî, û heye ku ew bibin nîşan û delîlên tewanbarkirina dewletên ku tevgerê nakin li gor berpirsyariyên ser milê wan.

Îro em pêşberî 900 hezar belgeyê ne û bi sedhezarên şahidhaliyên ku roj li pey rojê zêdetir dibin, û tekez dikin ku rijêm tevaya coreyên tewan û binpêkirinên yasa û exlaqan kirine, ji bo li ser desthilatê bimîne û nehêle gelê Sûriyê bigihêje mafên xwe, tevlî bikaranîna çekên kîmawî û tewanên cengê û kuştin û işkencekirinê û yên dijî mirovahiyê û tewanên koçberkirinê û ji bilî wan jî.

Û pirsa ku gereke hevwelatiyê her dewleteke endam di Netewên Yekbûyî de bike ew e, gelo divê rijêmek çi tewanê bike da civaka navdewletî û dezgehên wê yekser destêwerdanê bikin da nehêlin ew tewan bicî were û sivîlan rizgar bikin?

Hiştina rijêma Esed bê sizadan û bihêlin roleke wî di paşeroja Sûriyê û deverê de hebe tê du wateyan:

Yay ekem: Pêşkêşkirina nimûneyên bobelatî bo tevaya rijêmên stemkar li cîhanê û ji wan re dibêje ku hûn Karin kirêtirîn tewanan bikin, bêyî ku hûn ji encaman bitirsin, û yasaya navdewletî binpê bikin û tevaya destkeftên şaristaniya mirovahî birûxînin.

Ya duyem: Hiştina tewankarên rijêmê bê sizadan û pryketin, dê rê bide wan ji bo berdewamkirina pirojeyê tewanê yê niha dikin ta tevaya xelkên Sûriyê yên azadîxwaz bikujin, û paşre tewanên wan ên kirêt di paşerojê de dijî gelê Sûriyê û yên deverê û yên cîhanê bi dehên salên din dubare bikin.

Hevbendî tekeziyê dike ku dosyayên tewanên bi vê qebareya mezin, bi riya danûstandina bi tewankaran re nayê çareserkirin, û erk e li ser milê yasaya navdewletî ku vê dosyatê veguhêze bo Dadgeha Tewanên Navdewletî.

Divê sînorek were danîn ji van tewanên bêserûber ên ku rijêm bi riya sûdewergirtina ji piştgiriya Rûsya û Îranê û bêkêriya civaka navdewletî pêk tîne, ew aliyên ku tewan kirine ji ber xwe ve helwestên xwe naguherin, lê bi hêza yasayê dê biguherin, û behaneyên civaka navdewletî wek vîtoyê rûsî û yê sînî nema ne.

Ew encamên ku komîteya vekolînên navdewletî ya bi ser saziya qedexekirina çekên kîmawî ve ya ku di nîsana sala bûrî de rapora xwe derxistiye, tekez kir ku rijêmê bi mebest çekên kîmawî dijî sivîlan bi kar anîne, û biryara 2118 binpê kiriye, û ev yek deriyekî yasayî li gor madeya 21 ji biryarê vedike , ji bo tevgera bizaveke navdewletî li gor Beşê Heftemîn bibe, û rê vedike ji bo neçarkirina rijêmî li ser rawestandina tewanên xwe bi rengekî yekser, û rê li pêşiya sizadana tewankarên cengê û cîbicîkirina tevaya biryarên Netewên Yekbûyî yên jikarketî  derbarê Sûriyê xweş dike, tevlî rizgarkirina girtiyan, û vegera penaberan û destpêkirina jinûve-avakirina welat.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofisa Ragihandin û Peywendiyan

25 sibat 2021

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Ofîsa Ciwanan Workşopekê li Ser Beşdariya Xortan Di Biryara Siyasî de Lidar Dixe

Ofîsa Ciwanan Workşopekê li Ser Beşdariya Xortan Di Biryara Siyasî de Lidar Dixe

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.