Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, worşopek di bin navê beşdariya ciwanan di biryara siyasî de di navbera ketwar û astengiyan de lidar xist, û têde girûpek ji ciwanên nûnerên komikên ciwanan û xwendekar û partî û fraksyonên siyasî beşdar bûn.
Û gengeşiyê giringî da çalakiyên siyasî bo ciwanan li deverên rizgarkirî di riya axaftina li ser çalakiyên wan yên rojane re, û ketwarê pirosesa siyasî yaku retkirina rijêmê ya herdem jêre dibe asteng di tevlênebûnê de bi piştgiriya Rûsî û Îranî berçav kir, her weha tunebûna vîna navdewletî daku bighêje çareya siyasî li gorî Daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Navdewletî û di pêşî de herdu biryarên 2118 û 2254.
Û amadebûyan girîngtirîn komik û fraksyonên siyasî yên li deverên rizgarkirî belav bûne berçav kirin, her weha akadîmiyên siyasî û navendên lêkolînên pespor di warê siyasî de.
Û amadebûyan behsa astengiyên ku dibin rêgir li pêşiya tevlêbûna karê siyasî û tunebûna jîngeheke aram daku bi awayekî çalak têde beşdar bibin, û tekezî li ser giringiya dîtina jîngeheke aram kirin, daku beşdariya çalak ya hêzên siyasî di dariştina biryarê de an bandorên wan di dariştina biryarê de misoger bibe.
Û amadebûyan hejmarek ji pêşniyar û temîniyan bo ku ciwanan tevlê karê siyasî bibin pêkêş kirin, û di pêşî de asta hişyariya siyasî li bal ciwanan di riya lidarxistina workşopên hişyarkirin û rahênanî re, û pêwendiya ciwanan li gel Hevbendiya Niştimanî di nav komik û diyalogên vekirî re di warê pêşdeçûna pirosesa siyasî li Sûriyê misoger bibe, ew jî dê baweriyê di navbera ciwan û Hevbendiya Niştimanî de xurt bike.
Û amadebûyan tekezî li ser giringiya rêxistinkirina ciwanan di hundir laş û komele û kutleyên siyasî de kirin, daku derfetê bi wan bidin ji bo di riya amûrên pêwîst re beşdariya rasteqîn û çalak di karê siyasî de bikin, û piştgiriya avakirina tîmên xwebexş ên li bakurê sûriyê dixebitin bikin, daku bi awayekî yekser an neyekser di dariştina biryarê de beşdar bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî