Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Mîrê Dewleta Kiwêtê Mîr Newaf Elehmed Elcabir Elsibah kir, û têde xweştirîn silav bo Dewleta Kiwêtê û gelê wê yê bira bi boneya cejna niştimanî ya Dewleta Kiwêtê anî ziman.
Û Elherîrî rêz û spasiyên xwe bo Dewleta Kiwêtê û gelê wê yê bira li ser helwestên wê di piştgiriya gelê Sûrî û şoreşa wî de bo pêkanîna azadî û rûmet û demoqrasiyê pêşkêş kir.
Û Elherîrî careke din guhdana Hevbendiya Niştimanî bi berdewamiya hevrêzî û hevkariya biratî li gel dewleta Kiwêt û heza herdem bo xurtkirina vê têkliyê tekez kir, û amadekirina hewldanên navdewletî û navnetewî û Erebî anî ziman, û bi taybet li gel dewleta Kiwêtê, daku va têklî têkeve xizmeta pêşdebirina pirosesa siyasî berve pêş de, ji bo ku biryarên dikevin xizmeta doza gelê sûrî û dozên erebî û dozên deverê bistîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî