Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, pêşwaziya Kargêrê Karûbarê Yekîtiya Ewropa li Sûriyê Giles Bertrand û şandê pêre kir, û bi wan re behsa pêşhatên meydanî û siyasî li sûriyê kir.
Û di hevdîtinê de Cîgirê Serok Ruba Hebûş û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo û Endamê Desteya Siyasî Heysem Rehmê, amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser rewşa deverên rizgarkirî û karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî li ser dabînkirina xizmetguzariyên sereke bo welatiyan têde axivî, û bal kişand ser ku pêkanîna wî tiştî bêyî piştgiriya navdewletî dê pir dijwar be.
Û got ku astengkirina pirosesa siyasî ji aliyê rijêma Esed ve daku bighêjin çareya siyasî divê nebe rêbend li pêşiya dabînkirina debara jiyanê bo 5 milyon welatî li bakurê sûriyê, nemaze nişteciyên kampan yên ku hejmara wan dighe derdora 2 milyon welatî.
Û li ser rewşa pizîşkî û rêşûnên rûbirûbûna vîrosa korona axivî, û bal kişand ser ku Wezareta Tenduristiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de li gel dostên gelê sûrî kar ji bo dabînkirina veksînê bo nişteciyan li deverên rizgarkirî dike.
Û Elherîrî diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî li gel Navenda Sîta ya lêkolîn û xwendinê ji çend mehan de kar li ser Pirojeya Sûriyê bo vegerandina aramiyê li deverê û pêşkêşkirina xizmetkariyan bo welatiyan di warê parastin, hikumdarî, aborî, pêşxistin, ewlehiya civakî, şerê terorê û karûbarê yasayî dike, û got ku ev piroja li gel hejmarek ji dewletên bira û dost hate behiskirin, û hêviyên xwe anîn ziman ku ev piroje li gel Yekîtiya Ewropa bête gengeşekirin.
Û Elherîrî eşkere kir ku derdora 15 zanîngehan li deverên rizgarkirî hene, û ku du şax jî ji yê zanîngehên Tirkiyê li deverê hene, û têde derdora 50 hezar xwendekarên keç û xort dixwînin, û tekezî li ser giringiya guhdana bi pêşeroja xwendekar û zanîngehan kir, her weha hevkariya li gel zanîngehên Ewropî daku danpêdan bi belgenameyan were kirin.
Û Elherîrî li ser pirosesa siyasî axivî, û dît ku navnîşana wê ya berçav bisernekeftine ji sala 2014an de, ji encama ku rijêma Esed tevlêbûna pirosesa siyasî ret dike, û rûniştina xwe li ser masa diyalogê bo berdewamkirina operasyonên leşkerî bikar tîne.
Û Elherîrî di hevdîtinê de got ku dem guncaw e bo fişarên Rûsî li ser rijêmê daku bihêlin ku ew li ser maseya çareseriyê danîşe, û tekez kir ku divê pêngava yekem di pirosesa siyasî de avakirina desteya desthilata veguhêz be, û ji wê pêve veguhestina siyasî pêk nayê.
Û daxwaz ji Yekîtiya Ewropa kir ku rolekî wê ya çalak li sûriyê hebe, û got ku em naxwazin ku Yekîtiya Ewropa sûriyê tenê ji Rûs û Îraniyan re bihêle.
Û ji aliyê xwe ve Kargêrê Karûbarê Şandê Yekîtiya Ewropa li Sûriyê Giles Bertrand li ser karê Yekîtiya Ewropa bo dabînkirina alîkariyên mirovahî axivî, û got ku ew derbarê VETOyê Rûsî yê berdewam di warê gihandina alîkariyan di riya çend xalên sînorî re li bakurê sûriyê xembar in, û careke din tekez kir ku doseya sûriyê li bal Yakîtiya Ewropa hîn di pêşiya doseyan de ye.
Û şiroveyek li ser kongirê Broksêl yê dahatî derbarê sûriyê yê ku dê ji dûr ve li dar bikeve pêşkêş kir, û tekezî li ser giringiya mana doseya sûriyê di pêşiya ejendeyên navdewletî de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî