Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Newaf Reşîd: Rijêma Sûriyê Navçeyên Kurdan li Sûriyê Radestî “PYD” Kirin ji bo Şoreşê li wan Vemirîne û Xwe ji Navçeyên Din re Vala Bike

July 14, 2017
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 2 mins read
A A
Newaf Reşîd: Rijêma Sûriyê Navçeyên Kurdan li Sûriyê Radestî “PYD” Kirin ji bo Şoreşê li wan Vemirîne û Xwe ji Navçeyên Din re Vala Bike

Newaf Reşîd berpirsê nû yê nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî li Herêma Kurdistanê bal kişand ku mijara çareseriyê li Sûriyê girêdayî ye bi civaka navdewletî û berjewendên wan ve, û ne giring e ku pêşbîniyê li ser Cinêv7 bikin, biqasî giringiya berdewamiya lêgerîn û hewlên ji bo dîtina çareseriyek siyasî li Sûriyê ku bi yekcarî vî şer û kuştinê û wêrankariyê bi dawî bîne, û aştî li Sûriyake demokrat û sivîl û nenavendî berqirar bibe, û hemû pêkhateyên Sûriyê bi mafên xwe yên tekûz şad bibin.

Reşîd tekez kir ku çareserî li Sûriyê ji destê xelkê Sûriyê derketiye, û çareserî li Sûriyê peyda nabe di dema ku dewletên zilhêz yariyan û destêwerdanê di rewşa Sûriyê de dikin, ku hêjî nakokin û daxwaz û berjewendiyên wan nehatine bicihkirin, û Sûriya bûye qada bazarên navdewletî.

Û derbarê nûçeya rêkeftinekê di navbera Rûsiya û PYDê de li ser Efrînê ku çend nûçe li ser vê rêkeftinê ji aliyê çend kenalên ragihandinê hatibûn belavkirin, Reşîd diyar kir ku her ji destpêka şoreşa Sûriyê bi awayekî aşkere hatiye xuyakirin ku Rûsiya piştgiriya Rijêmê û hevalbendên wê dike, û PYDê hevalbendê Rijêmê û di navbera herdu aliyan de hevpeymanî û rêkeftin hene derbarê paşerojê, ji ber vê yekê ez seyr nabînim ku rêkeftinek wisa hatiye ji bo dabeşkirina navçeyan  û nemaze ku me sînariyoyek wisa li destpêka şoreşê dît di dema ku Rijêm bi radestkirina navçeya kurdî bo PYDê rabû, ji bo xwe val bike ji bo navçeyên din, ku PYDê dûvelankê Rijêma Sûriyê ye û bi parastina berjewendiyên wê radibe, û tiştek siruştî ye ku li jêr fermana Rûsiya be ewjî wek hizbulah û çendîn aliyên leşkerî yên ji bo berjewendiya rijêma Sûriyê û Rûsiya kar dikin.

Hêjayê gotinê ye ku Newaf Reşîd roja çarşemê 13-7-2017 di civîneka nûnertiyê de wek berpirsyar ji bo nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê hat helbijartin.

Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Hicab: Mana Esed di Posta Xwe de Bêserûberiyê Bêtir Dike û Rola Rêkxistinên Terorist Xurtir Bike

Hicab: Mana Esed di Posta Xwe de Bêserûberiyê Bêtir Dike û Rola Rêkxistinên Terorist Xurtir Bike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.