Komîteya Nirxandina Pêşbirka Çandî yaku ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi hevkariya li gel zanîngeha Helebê ya Azad hatiye birêxistin, navê serkeftiyên di pêşbirkê de ragihand, û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgira Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf di ahenga navendî ya bi boneya bîranîna dehemîn ya şoreşa sûrî li baregeha zanîngehê li bajarê Ezazê yên serkeftî xelat kirin.
Û di pêşbaziya Helbestê de Ala Mustefa Elelî bi helbesta xwe ya bi navê “Deh û Paş re?” de pileya yekemîn wegirt, û Helbestvan Emîn Ebdulhemadî bi helbesta xwe ya di bin navnîşana “Ey Dengvano” de cihê duyemîn wergirt, û Helbestvan Elmutesêm Billah Elkêlanî bi helbesta xwe ya bi navê “Dîlbera Minê Şamê” pileya sêyemîn wergirt.
Û di beşê çîrokê de Nivîskar Ehmed Emîn xelata yekemîn bi çîroka “Bayê Başûr” wegirt, û nivîskar Ebdulrihman Munîr Omer bi çîroka xwe ya bi navê ew Dad e an Qeder e xelata duyemîn wergirt, û pileya sêyemîn ji xelatê Ebdulkerîm Leyle li ser çîroka xwe ya bi navê Serdaneke Bilez Piştî Koçberikirina Kotekî wergirt.
Û di pêşbirka gotarê de Nivîskara Sûrî Lubane Ebdulnasir Helîme li ser gotara Tu Yê Bilindî xelata yekemîn wergirt, û xelata duyem Nivîskar Elai Eldîn Yasîn bi gotara Media Civakî û Pîsbûnê wergirt, û pileya sêyemîn para Nivîskar Memûn Firoh bû li ser gotara xwe ya bi navê Tunebûna Rêvebiriya Navendî di Çarçoveyê Şoreşa Sûrî de.
Û Komîteya Nirxandinê ji Doctor Diyai Eldîn Qaliş û Doctor Ehmed Mihemed Omer û Doctor Mihemed Ramiz Korh û Doctor Mehmod Elmustefa pêk hat.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî