Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî çalakiyek ji dûrve bi boneya bîranîna dehemîn ya şoreşa sûrî di bin navê “nameyên şoreşgerî ji Revendên Sûrî di bîranîna dehemîn ya şoreşê” de li baregeha Hevbendiyê li bajarê Ezazê yê gundewarê Heleb lidar xist.
Û di çalakiyê de ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî û Nûnerê Hevbendiyê li Waşintin Quteybe Idilbî û Nûnera Hevbendiyê li Netewên Yekbûyî Meryem Çelebî û Nûnerê Hevbendiyê li Almaniya Fadil Efa Elrifaî û Nûnerê Hevbendiyê li Belçîka Beşar Elhac Elî Û Nûnerê Hevbendiyê li Fransa Nor Eldîn Ellebad û Nûnera Hevbendiyê li Brîtanya Behiye Mardînî amade bûn.
Û ji aliyê Revendên Sûrî ve Serokê Revenda Sûrî li Kiwêtê Mihemed Emîn Silêman Elherîrî û Serokê Revenda Sûrî li Romaniya Îmad Qesas û ji ber Revenda Sûrî li Romaniya ve Mazên Elrifaî û Serokê Revenda Sûrî li Erebistana Siûdî Cemîl Dagistanî û di ber Revenda Sûrî li Keneda Sibhî Elhemod û Cîgirê Serokê Revenda Sûrî li Îtaliya Hekem Efendî û ji ber Revenda Danîmark Ismaîl Hemdo û Mihemed Bertawî û Serokê Revenda Sûrî li Gazî Entab Mustefa Elhusên û Serokê Revenda Sûrî li Hatayî Mihened Xetab amade bûn.
Û beşdaran giringiya bîranîna dehemîn ya şoreşa sûrî di rakirina moral û giyanê şoreşgerî de li bal gelê sûrî li seranserî cîhanê anîn ziman, û pêwîstiya ku cejna şoreşê weke cejneke niştimanî sûrî piştî ku ji rijêma tewanbar rizgar bibe bibînin, û li ser rola Revendan di pêwendiya li gel çêkiriyên biryarê li dewletên piştgiriya daxwazên gelê sûrî dikin axivîn.
Û beşdaran hejmarek ji ramanên nirxdar yên ku dê di demên nêz de roniyê bibînin daku werin cîbicîkirin pêşkêş kirin, li gel karê hevbeş li ser wan pirojeyan di navbera Hevbendiyê û Revendên Sûrî de, û giringiya sûdwergirtinê ji Tecrubeyên şoreşgerî li dewletên dîtir wek şoreşa ku hukmê Ceausescu li Romaniya rûxandiye, û behsa amadehiyên bo qonaxa piştî Esed kirin, û bal kişandin ser giringiya pêwendiyên berdewam di navbera Hevbendiyê û Revendên sûrî de li seranserî cîhanê ji ber ku Hevbendî nûnerê gelê sûrî yê rewa ye.
Û beşdaran cextî li ser giringiya guhdanê bi doza girtî û windayên di zîndanên rijêmê de kirin, û bal kişandin ser xebat û berpisyariyên mezin li ser milê Hevbendiya Niştimanî di dema ku çavkanî û şiyanên xwe pir hindikin de, û bal kişandin ser giringiya hevrêzkariyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û Revendên Sûrî de, di warê piştgiriya şoreşa sûrî de, her weha di warê diyarkirina wêneyê rasteqîn yê şoreşê li pêşiya gelên cîhanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî