Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, kevirê bingehîn yê bîrdariya pakrewanên şoreşa sûriyê li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê danî, wek rêzîlêgirtinê ji pakrewanên ku xwe kirine qurban bo berdewamiya şoreşê û pêkanîna daxwazên azadî û rûmet û demoqrasiyê.
Û Cîgira Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Hejmarek ji Endamên Herdu Desteyên Siyasî û Giştî bi Serokê Hevbendiyê re beşdar bûn.
Tê zanîn ku di goristana pakrewanan de ya li Ezazê de hejmarek ji şehîdên sûriyê ji tevaya bajar û deveran hatine binaxkirin,ew ên ku dijî rijêma Esed a tewanbar û siponserên wê û milîsên terrorîst di pefçûnên serfirazî û şanaziyê de an ji ber bombebarana hovane ji aliyê hêzên Esed û balefirên Rûsî canê xwe jidest dane.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî