Rêveberiya Partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD nirxê nan li bajarê Efrînê buha kir, û vê yekê nerazîbûneke mezin di nav welatiyan de peyda kir, û hinan ji wan ji mere got ku ev biryar çewt e û PYD qet li rewşa xelkê napirse.
Çalakvan Elî Zeyno ji me re ragihand ku rêvebeiya PYDê li Efrînê nirxê kîlok nan ji 100 l.s kir 125 Lîre bê ku li rewşa abûrî ya xerab bipirse, û tekez kir ku xelkên Efrînê nerazîbûna xwe didin diyarkirin ji ber ku barê wan girantir dibe, û buhabûna pêdiviyên jiyanê û tinebûna kar rewşa wan aloz dike .
Ji aliyê xwe ve, Mihemed Seydo yek ji xelkên Efrînê ye ji mere diyar kir ku biryara buhabûna nirxê nan şaş e , ji ber ew gav alîkarya xelkê Efrînê nake
Her wiha Seydo bal kişand ku biryara rêverya PYDê ne li gorî berjewendiyên miletê Efrînê ye û tenê PYD alîkariyê ji xelkê dixwaze.
Di dawiya gotina xwe de, Seydo got ku pêwîste rêveberiya PYD nirxê nan vegerîne weke berê û biryarên ji bo berjewendiyên xelkê bidin û derfetên kar peyda bikin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Hevbendiyê