Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, li bajarê Ezazê, workşopek li ser cudakirina desthilatan di riya destûrê re bi serpereştiya Cîgira Serokê Hevbendiyê û Hevrêzkara Ofîsê Ruba Hebûş lidar xist. Bi beşdariya Birêvebirê Kolîja Mafnasî û Zanistên Siyasî li Zanîngeha Helebê ya Azad, Doctor Ebdulqadir Elşêx, û hejmarek ji mafnas û xwendekarên mastera yasaya navdewletî yên zanîngeha Helebê amade bûn.
Û Doctor Elşêx kurtenivîsek li ser destûr û giringtirîn rêzikên têde û çarçoveya giştî ji giringtirîn sîstemên hukumdariya siyasî re li cîhanê pêşkêş kir, û bal kişand ser rawestgehên guhartinê di jiyana destûrî de li sûriyê.
Û bal kişand ser berçavtirîn cudahiyên di navbera sîstemên perlemanî û yên serokatî û yên tevlihev de, her weha mîkanîzmên cudakirina tam di navbera wan desthilatan de. Û tekezî li ser pêwîstiya hebûna mîkanîzmên dabînkirina cîbicîkirina destûrê û serweriya naverokên wê kir.
Û amadebûyan zehmetiyên ketwarê Sûriyê berçav kirin, û tekez kirin ku ew zehmetî dê tenê di riya çespandina çanda karê siyasî li ser asta gelêrî û cîbicîkirina biryara 2254 bêtin derbaskirin, ta bighêjin qonaxa veguhêz û danîna destûrekî rasteqîn bo welêt, destûrê ku derbirîna vîna sûriyan û hêviyên wan berve azadî û rûmetê bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî