Xebatên Komcivîna jinên sûrî ya yekemîn ya ku duh li baregeha zanîngeha Helebê li bajarê Ezazê bi beşdariya hejmareke mezin ji jinên çalak di karûbarê giştî de li dar ketibû bidawî hat, û beşdaran di komcivînê de ragihandin ku dê di dema dahatî de Desteya Jina Sûrî birêbikeve, û wê li ser lidarxistina komcivîna duyem yaku dê di demeke dahatî de were destnîşankirin li hev bikin.
Û komcivînê rola jina sûrî di ezmûna têkoşîna wê ya gewre de, yaku têde jina sûrî nimûneyên balkêş ji xurtbûn û pabendiyê pêşkêş kirine bilind nirxand, û tekez kir ku jinên sûrî îro nûnertiya serboreke têkoşînê ya gewre û bêhempa dikin, û tevî ku jinên sûrî tûşî hemû cûreyên binpêkirinan bûne, lê ew hîn jî di şoreşa li hember zordaran û stemkariyê de berdewam e.
Û komcivînê tekezî li ser pêwîstiya rola jina sûrî di pirosesa siyasî de ya li ser bingeha pabendiya tam bi daxwiyaniya Cinêvê û herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118 û 2254 bo avakirina dewleteke sivîl û demoqrat û piralî li ser bingeha prensîpa hevwelatîbûn û wekheviyê kir.
Û jinên beşdar cextî li ser serbestberdana tevaya girtiyên jin û mêr û diyarkirina çarenûsa bêserûşûnan li sûriyê wek doseyeke di ser danûstandinê re kirin, û civîngeran ji Netewên Yekbûyî û Civaka Navdewletî daxwaza hilgirtina berpisyariya bidawîkirina vê tirajîdiya mirovahî kirin, û alîkariya jinên ji girtîgehên rijêmê rizgarbûne bikin, û bi çavê guhdanê li malbatên wan binêrin.
Û beşdaran daxwaza cîbicîkirina prensîpên lêpirsîn û sizakirinê dermafê kesên ku tawanên cengê û tawanên qirkirina komel dermafê jin û mêrên sûrî pêk anîne kirin, û bombebaranên hovane li ser sivîlan û deverên nişteciyan ji hêla rijêma Esed û hevalbendên wê yên Rûsî û Îranî û milîsên mezhebî pêk hatine şermezar kirin.
Û komcivînê tekezî li ser vegera ji ber xwe ve û ewle bo penaberên sûrî bo deverên xwe yên resen kirin, û beşdaran siyasta vegerandina kotekî dermafê penaberên mêr û jin berî dabînkirina jîngeheke aram û bêalî ret kirin, û dîtin ku koçkirina rijêmê mercekî sereke ye bo dabînkirina wê jîngehê.
Û komcivînê ketwarê jina sûrî ji aliyên siyasî û aborî û civakî û hînkirinê ve û astengî û dijwariyên rastî jinê tên gengeşe kirin, û tekezî li ser bidestxistina jinê ji tevaya mafên xwe yên xebat û karmendiyê û wekheviya di mûçeyan de kir, û ku jîngeheke karmendiyê ya guncaw bo kar û rola jinê û jîngeheke ku jinê bi awayekî mezin han bide ser kar biafrînin.
Û beşdaran tekezî li ser misogerkirina mafên jinê yên yasayî û destûrî kirin, her weha nehêlana yasayên dijî jinê û biryaradana prensîpên cezakirinê di wî warî de axivîn, û beşdaran daxwaza rêzgirtina taybetmendiya jina sûrî û taybetmendiya cihêrengiya civaka sûrî bi hemû pêkhatên wê ve kirin.
Û beşdaran ji Netewên Yekbûyî û tevaya saziyên navdewletî yên mirovahî xwestin, ku kar li ser dirêjkirina biryarên derbaskirina alîkariyên mirovahî bikin. Ew biryarên ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ve derketine bo nişteciyên hewcedar li gor biryara 2139 û biryar 2165. Û pêwîstiya vekirina tevaya dergehan . Û hişyarî ji hewldana bikaranîna VETO yê Rûsî dijî dirêjkirina biryara alîkariyên mirovahî dan, ji ber ku dê bobeleteke mirovahî ya mezin dermafê sivîlan be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî