Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî îro roja înê workşopek bo gengeşekirina reşnivîsa kaxeza rêvebiriya xwecihî di destûrê Sûriyê yê nû de bi amadebûna fîzîkî û ji dûreve lidar xist.
Û di workşopê de Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Endamin ji Herdu Desteyên Siyasî û Giştî Ebdellah Gedo, Selîm Elxetîb, Necîb Rehmon û Fîras Elmisrî û hejmarek ji kesên pispor di warê encûmemên xwecihî de amade bûn.
Û beşdarên di workşopê de behsa desthilatên encûmenên xwecihî û sîstema nenavendî ya rêvebirinê ya xwedan desthilatên berfireh kirin . Her weha li ser pejirandina benda çavdêriya pişt re li gor yasaya sûrî axivîn.
Û amadebûyan tekezî li ser çesipandina hukumdariya şareza di karê encûmenên xwecihî de kirin, her weha li ser dariştina pêşnyarekê derbarê rêvebiriyên xwecihî, daku têkeve pêşgotina dîbajeya destûrê de, her weha dariştina bendên destûrî yên ku dê karê encûmenên xwecihê yên hilbijartî rêkûpêk bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî