Saziya Human Rights Watch, di raporeke xwe de diyar kir ku desthilatên rijêma Esed bi awayekî ne yasayî dest datînin ser xanî û zeviyên sûriyên ku ji encama êrîşên hêzên leşkerî yên rijêmê û Rûsiya ji herdu parêzgehên Idlib û Hemayê reviyane.
Û Saziya Mafnasî di rapora xwe yaku duh pêncşemê derketiye de anî ziman, ku milîsên bi ser rijêmê ve li gel Yekîtiya Giştî ya Cotkaran yaku di bin siya hikûmeta rijêmê kar dike, di destdanîna ser van zeviyan de beşdarî kiriye, û ew zevî û malûmilik di mezata eşkere de firotin alîgirên rijêma Esed.
Û lêkolînvana sûrî di Saziya Human Rights Watch de, Sara Elkeyalî, got ku pêwîst bû ku sendîkeyên cotkaran di parastina mafên cotkaran de alîkar be, lê ew bûn alaveke din ji alavên serkutkirinên rêbazkirî dijî gel li bal rijêma Esed, û divê saziyên hawarçûnê pişygiriya yekîtiyên cotkaran di çandina zeviyên hatine dizîn de nekin.
Û Elkeyalî got ku ne cara yekemîn e ku desthilatên rijêma sûrî yasa û siyasetan bo sizakirina kesên rijêm wan wek rikberê desthilata xwe ya serkutkar dibîne bikar tîne, û berdewam kir û got ku ger civaka navdewletî rêşûnên vebir ji van binpêkirinan nestîne, em ê hîn bêhtir ji van destpêşxeriyên xirab bibînin.
Û li gor ku Rights Watch ji Tora Sûrî ya Mafên Mirovan biriye, Tora Mafnasî ya Sûrî got ku rijêma Esed dest daniye ser 440 hezar donim erd (44 hezar hiktar) ji zeviyên xelkê parêzgeha Idlib û Hemayê, piştî ku hêzên rijêmê ew dever kontirlo kirine, deverên ku xelkê wê ji ber bombebaranên rijêmê û Rûsiya mal û milkên xwe li şûn xwe hiştine.
Û Human Rights Watch cext kir ku ji desthilatên rijêma Esed tê xwestin ku karê destdanîna ser malûmilkên welatiyan û firotina wan bê razîbûna xwediyên wan malûmilkan rawestîne, an divê wan bi awayekî tam û guncaw qerbo bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî