Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Li baregeha zanîngeha Helebê ya li bajarê Ezazê duh di 8 nîsana 2021an de komcivîna jina sûrî ya yekemîn bidawî bû, yaku têde hejmareke mezin ji jinên çalak di karûbarê giştî de û di hemû waran de beşdar bibû.
Û komcivînê rola jina sûrî di ezmûna têkoşîna wê ya gewre de, yaku têde jina sûrî nimûneyên balkêş ji xurtî û pabendiyê pêşkêş kirine bilind nirxand, jinên sûrî îro nûnertiya serboriyeke têkoşînê gewre û jê kêm peyda dikin, ji ber ku di xebatên xwe de li hember cûrbecûr rengên serkutkirin û tawanê bi qehremanê rawestiyan, û tevî ku jina sûrî tûşî hemû cûreyên binpêkirinan bûne, lê ew hîn jî di şoreşa li hember zordar û stemkariyê de berdewam e.
Û komcivînê tekezî li ser pêwîstiya rola jina sûrî di pirosesa siyasî de yaku li ser bingeha pabendiya tam bi daxwiyaniya Cinêvê û herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118 û 2254 bo avakirina dewleteke sivîl û demoqrasî û piralî kir, yaku dê xwe bispêre pirensîpa hevwelatbûna wekhev û zengînbûna civakê têde diyar bike, û ku rêzê li mafên mirovan bigre, û destûrê sûriyê maf û çand û zimanên tevaya pêkhatên civakê a ku wek kurtedîroka sûriyê û şaristaniya wê xuya dike misoger bike, ew jî li ser bingeha yekîtiya sûriyê tev gel û xak û aştiya wê ya herêmî, û li ser pêwîstiya ku pirosesa siyasî kartêker bibe axivîn, ji bo ku veguhestina siyasî yaku bi koça Esed û rijêma wî dest pê dike pêk were, ew jî di riya avakirina desthilateke veguhêz a ku dê li ser avakirina jîngeheke ewle û hêmin û bêalî li gor destûrekî nû û serdemî û demoqrasî bixebite, ji bo ku hilbijartinên azad û pak lidar bikeve, û têde tevaya jin û mêrên sûriyê li hundir û derveyî welêt beşdariyê bikin, helbijartinên ku bi serpereştiya Netewên Yekbûyî be, û saziyên navdewletî çavdêriya wan hilbijartinan bikin, û venasînê bi şanoya hilbijartinên ku rijêm xwe jêre îsal amade dike nekin, û em daxwaza tevgereke cidî ji civaka navdewletî dikin, ku nehêlin Rûsiya pirosesa siyasî ji naveroka wê vala bike, yaku dê daxwazên jinên sûrê piştguh bike.
Û jinên beşdar cextî li ser serbestberdana tevaya girtiyên jin û mêr û diyarkirina çarenûsa bêserûşûnan li sûriyê wek doseyekî di ser danûstandinê re be kirin, û civîngeran ji Netewên Yekbûyî û Civaka Navdewletî daxwaza hilgirtina berpisyariya bidawîkirina va tirajîdiya mirovahî kirin, û ku alîkariya jinên ji girtîgehên rijêmê rizgarbûne bikin, û bi çavê guhdanê li malbatên wan binêrin.
Û beşdaran daxwaza cîbicîkirina prensîpên lêpirsîn û sizakirinê dermafê kesên ku tawanên cengê û tawanên qirkirina komeleyî dermafê jin û mêrên sûrî pêk anîne kirin, û kesên bombebaranên hovane li ser sivîl û deverên nişteciyan ji hêla rijêma Esed û hevalbendên wê yên Rûsî û Îranî û milîsên mezhebî pêk anîne siza bikin, û tekezî li ser vegera ji ber xweve û ya ewle bo penaberên sûrî bo deverên xwe yên resen kirin, û beşdaran siyasta vegerandina kotekî dermafê penaberên mêr û jin berî dabînkirina jîngeheke aram û bêalî ret kirin, û dîtin ku koçkirina rijêmê mercekî serekeye bo dabînkirina wê jîngehê.
Û beşdaran ji Netewên Yekbûyî û tevaya saziyên navdewletî yên mirovahî xwestin, ku li ser dirêjkirina biryarên derbaskirina alîkariyên mirovahî yên ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ve derketine bo nişteciyên hewcedar ji biryara 2139 û biryar 2165 li gel pêwîstiya vekirina tevaya dergehan kar bikin, û hişyarî ji hewldana bikaranîna VETO yê Rûsî dijî dirêjkirina biryara alîkariyên mirovahî dan, ji ber ku dê dermafê sivîlanbobeleteke mirovahî mezin be.
Û komcivînê ketwarê jina sûrî ji aliyên siyasî û aborî û civakî û hînkirinê ve û astengî û dijwariyên rastî jinê tên gengeşe kirin, û komcivînê tekezî li ser bidestxistina jinê tevaya mafên xwe di xebat û karmendiyê û wekheviya di mûçeyan de kir, û ku jîngeheke karmendiyê guncaw bo kar û rola jinê biafrînin, jîngeheke ku jinê bi awayekî bandor û mezin han bide, û çanda civakê yaku bawerî bi hêza jinê têde de hebe xuer bike, û jinê bi ser standina postên siyasî û cîgehên çêkirina biryarê han bide, û nûnertiya wê nekêmtir ji 30% be, ta bighêje asta nîvbinîviyê bi mêran re, daku rola xwe di sûriya pêşeroj de bileyze.
Û beşdaran li ser misogerkirina mafên jinê yên yasayî û destûrî û li ser yasayên dijî jinê ger li ku bête hestkirin û biryaradana prensîpê cezakirinê di wê warî de axivîn, û beşdaran daxwaza rêzgirtina taybetmendiya jina sûrî û taybetmendiya cihêrengiya civaka sûrî bi hemû pêkhatên wê kirin.
Em jinên sûrî yên çalak di warê karûbarê giştî û civakî de, tekeziyê li ser piştgiriya jinê bi awayekî cidî di çarçoveya avakirina şiyanên wê de dikin, û divê dervetê bi jinê din daku jin di tevaya sazî û partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û rêvebiriyên xwecihî de beşdariyê bike, û bi awayekî çalak û bibandor tevliyê bibe, û piştgiriya xebatên wê di warê avakirina aştî û xurtkirina rêşûnên yasayî yê navdewletî û xwecihî de bibe, daku jinê ji tundî û binpêkirinên cûrbecûr biparêzin.
Û beşdaran di komcivînê de ragihandin ku dê Desteya Jina Sûrî birêkeve, û dê li ser lidarxistina komcivîna duyem yaku dê di demeke dahatî de were nîşankirin lihev kirin.
Jinên sûrî îro ne qurbanî ne, lêbelê ew sembola dan û rayedariyê ne.
Silav bo jinên sûrî yên şoreşger bo riya azadiyê, silaveke rêzgirtinî bo tevaya jinên sûrî yên azad, silav bo tevaya jinên cîhanê yên ku têkoşeriyê bo mafên xwe dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
08 nîsan 2021