Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xoleke rahênanê bo dîplomasiya mirovahî li baregeha Hevbendiyê li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê bi hevkariya li gel Sentera Lêkolînên Stratîcîk di warê dîplomasiya mirovahî û çareserkirina nakokiyan lidar xist.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, îro înê xola rahênanê vekir, û têde li ser giringiya vê xolê û pêwîstiya derketina ji çarçoveya bîrdoziyê û berve çarçoveyê piratîkiyê de biçin axivî.
Û Elherîrî got ku armanca me ji vê xolê ku em ciwanên sûrî û serpereştên dewletê di tevaya beş û waran de amade bikin, nemaze pisporiya di rêvebirina giştî û hukimdarî û çêkirina biryarê de.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî guh dide beşê ciwanan û piştgiriya tam bo xolên wisa yên ku hişyariya ciwanên sûrî zêde dikin, û şiyanên wan bilind dikin, û wan di warên siyasî û rêvebirî de amade dikin.
Û di roja yekemîn de sê workşop li dar ketin. Têda danasîna giştî bi xolê û beşên wê hate kirin, û di xolê de li ser rêvebirina giştî û têkliyên wê bi dîplomatîkiya mirovahî re û têgihiştina karên rêvebiriyê û dewletê û berpisyariya civakî ya karta taybet de axivîn.
Û di vê xolê de girûpek ji pispor û kesayetên çalak di karûbarê giştî de û warê siyasî de û bi awayekî taybet beşdariyê dikin, û wanebêj mamoste Semîr ilêwî îro li ser giringiya zanistiya rêvebiriyê û cîgehê rêvebiriya giştî tê de û li ser giringiya têgihiştinên zanistiya rêvebiriyê û têkliya wê bi beşên zanînê yên dîtir re axivî.
Hêjayî gotinê ye ku vê xola ku du rojan didome, di nav bizavên Hevbendiya Niştimanî bo rahênankirina ciwanan û geşepêdana hişyariya siyasî û amadekirina kadroyan bo avakirina sûriya nû tê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî