Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane îro duşemê bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî lidar xist, û têde behsa pêşhatên rewşa meydanî û ya siyaasî kir.
Û amadebûyan di civînê de giringî dan şopandina rewşên mirovahî yê penaberên sûrî li dewletên derdorê Sûriyê û tevaya dewletên ku sûrî lê bûne penaber, û giringiya ku kar li ser çareserkirina pirsgirêkên wan bikin. Wek doza bidûrxistina hin penaberên sûrî li Urdun û Denîmarkê, her weha rewşa mirovahî ya girtiyên sûrî di girtîgrhên Libnanê de.
Û Cîgira Serok Ruba Hebûş li ser Komcivîna Jina Sûrî yaku li zanîngeha Helebê li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê hefteya bûrî li dar ket axivî. Û pêngavên amadekariyê bo destpêkirina karê Desteya Jina Sûrî berçav kirin.
Û ji aliylê xwe ve Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf bûyerên civîna xwe li gel nûnerên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Eniya Niştimanî Bo Rizgariyê ya ku nû tevlî Hevbendiya Niştimanî bûye diyar kirin, û li ser encamên ku civat gihîştiyê axivî. Ew civatên ku têde tekezî li ser pêwîstiya yekrêziyê û hevrêzkariyê û destnîşankirina karên kutleya leşkerî û xebatên wê di nav rêvebirî û komîteyên Hevbendiya Niştimanî de kirine.
Û amadebûyan deqên dawîn ên kaxezên beş û bendên distûrî wek: Desthilata dadwerî û desthilata rewayî û desthilata cîbicîkar û desthilata xwecihî yên ku di rêvebiriyên nenavendî de gengeşe kirin. Bi armanca veguhestina encamên kar bo nerîneke destûrî ya tekûz daku beşek ji pirosesa danûstandinê be bo komîteya destûrî ya sûrî yaku dê li Cinêvê lidar bikeve.
Û amadebûyan li ser rewşa hînkirina li zankoyan li deverên rizgarkirî û hin pirsgirêkên rastiyê tên axivîn, û hejmarek ji pêşniyar û temîniyan yên ku bo rêvebiriya karûbarên hikûmetê daku bişopîne pêşkêş kirin.
Û amadebûyan pêşniyarên ji aliyê hejmarek ji pêkhatên Hevbendiya Niştimanî derbarê nerîna siyasî hatin behiskirin, û komîteyek ji bo xwendina wan pêşniyaran daku tevlî nerîna siyasî bibe ava kirin.
Û Ofîsa Têkiliyên Leşkerî, şiroveyek li ser rewşa meydanî û nexşeya belavbûna leşkerî ya niha û rewşa ewlehiyê di deverên rizgarkirî de pêşkêş kir, û Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan rapora xwe ya nîv-meheyî li ser çalakiyên Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî berçav kir, û li ser encamên civata ku Hevrêzkarê Ofîsê Ebdilmejîd Berekat li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî pê rabûye axivîn, her weha gengeşekirina mîkanîzmên hevrêzî û hevkariyê bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî bi doseya werzişê daku hemû alî jê memnûn bin û nemaze werzişvan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî