Berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku ew rijdin li ser ku divê agirbest giştgîr be li ser tevaya xaka Sûriyê, û bal kişand ku pêwîst e ku ew yek hevdem be ligel çareseriya siyasî ji bo rê bête girtin li pêş bikaranîna agirbestê bi armanca bidestxistina deskeftên leşkarî ji aliyê Rijêmê.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan îro di daxuyaniyek taybet de got ku agirbest “herdem û hêjî daxwazeke sereke ya gelê Sûriyê ye yê fatora çareseriya leşkerî dide ku ji aliyê Rijêmê dibe ji bo beravêtîkirina şoreşa Sûriyê”.
Elferhan bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî “têdigehe ku agirbest divê giştgîr be li ser tevaya qada Sûriyê ji bo rê bête girtin li pêşiya Rijêmê, ji bo vê yekê bikar neyne li dijî navçeyên din”, û got ku “divê ev yek hevdem be ligel veguhestina siyasî , da hêlên agirbestê bi bûrîna demê re nebin sedema parçebûna Sûriyê”.
Elferhan tekezî li ser rijdiya Hevbendiya Niştimanî li ser serxistina sercem rêketinan kir, lê hevdem hişyarî da li ser “rêkeftinên xwecihî yên girêdayî bi navçeyekê bitenê û yên libin çavdêriya Rûsiya ya pişgir ji Rijêmê re dibin, ya ku bi rola çavdêr û gerantor ji van rêkeftinan re bi tena xwe radibe”.
Herwiha cext kir ku Mosko hewl dide ji bo xweşkirina pêwendiyan ligel Rijêmê ji bo dubarekirina berhemhêna wê li navçeyên rizgarkirî, û bal kişand ku ev yek dibe bi rêka “rêkeftinên duqolî yên dûr ji pêvajoya piroseya siyasî ya li Cinêv û sepandina pejirandina wê bi rêka bikaranîna rewşa mirovî ya zehmet ya jiyana sivîlan”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî