Îro şandeke fermî ya Hevbendiya Niştimaniya û Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê serdana Erebistana Si’ûdî kir û ew serdan du rojan bidome.
Şand bi serokatiya serokê Hevbendiyê berêz Riyad Sêf e, tevlî serokê hikûmeta demkî Dr. Cewad Ebûheteb û serokê şanda danustandinkar Dr. Nesir Elherîrî û herdu cîgirên serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa û Ebdulbasit Hemo û du endamên desteya siyasî Dr. Ehmed Seyid Yosif û Hadî Elbehra.
Tê çaverêkirin ku şanda Hevbendiyê wê li roja çarşemê (9 tebax) ligel wezîrê derve yê Si’ûdiyê rêzdar Adil Elcubêr û herwiha ligel çend berpirsyarên din bicive.
Giringiya vê serdanê tê ji ber rola Erebistana Si’ûdî ya mezin di piştgiriya gel û şoreşa Sûriyê de li ser astên siyasî û mirovî, û bizavên wê ji bo lidarxistina kongereke nû ji bo hêzên şoreş û opozisyona Sûriyê li Riyad di çiriya pêşîn /oktober a 2017 an de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî