Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, di daxwiyaniyeke xwe de, diyar kir ku wê 208 binpêkirinên agirbestê yên bejayî û asîmanî yên ji aliyê hêzên rijêma Esed û Rûsiya ve li bakur û rojavayê sûriyê ji destpêka heyva remezanê ya niha de pêk hatine belge kirine.
Û di daxwiyaniyê de hat ku dabeşkirina binpêkirinan bi van jimaran bû: 101 li gundewarê Idlibê, 28 li gundewarê Helebê, 41 li gundewarê Hemayê û 38 li gundewarê Laziqiyê, bêyî ku ti kes ji sivîlan bibe qurbanî.
Û daxwiyaniyê diyar kir ku hejmara derbiderên ku vegeriyane gund û bajarokên xwe li gundewarê Heleb û Idlibê ji destpêka agirbestê de bi temamî gihîştiye 1.041.233 kesan, û hejmara kesên vegeriyane bi temamî di heman demê de gihîştiye 561.746 kesan.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê bal kişandin ser ku binpêkirinên ji aliyê hêzên rijêmê û Rûsiya ve li devera kêmkirina şer ya çaremîn li bakur û rojavayê sûriyê ji destpêka heyva remezanê de ta duhî ranewestiyane, û piraniya bombebaranê li ser mal û zevî û avahiyên jîndariyê ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî