Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi navê bimelyonên sûriyan, tekeziyê li ser piştgiriya xwe ji nojdara şoreşger Emanî Bilor re û baweriya xwe ya bi wê û palpiştiya helmeta hevkariya li gel wê dike, û Hevbendî rola wê ya şoreşgerî û qehremaniya wê di xizmeta xelkê welêt de bi dirêjiya salên bûrî di dema dorpêçkirin û bombebarankirn û koçberkirina ku dijî xelkê Gota Rojhilat ya Şamê pêk hatiye bilind dinirxîne.
Doktora Emanî li kêleka bi melyonan ji keç û ciwanên Sûriyê, qurbaniyên gewre pêşkêş kirin, û berê û niha jî ew di karê şoreşgerî û mirovahî û hawarçûn û raghandinê de nimûneyin awarte ne.
Rapora çêkirî yaku alavên derewîn yên bi ser rijêma Esed ve dijî doktora Emanî belav dikin, derfeteke nû dide çalakvan û amûrên ragihandinê, daku tawanên rijêmê û hişmendiya wê ya teroristî û alavên fişar û derewan yên ku rijêm rêvibiriya wan dike û pê sivîl û çalakvanan ditirsîne, ji cîhanê re eşkere û ronî bikin.
Bizavên rijêmê ji bo keysanîna ji sûriyan, nemaze kesên afrêner û ciyawaz û balkêş, di riya sepandina fişaran li ser xizmên wan, tawaneke dî ye, ji nav zincîreke dirêj ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku rijêmê dermafê gelê sûrî pêk anîne.
Kes bi derewên rijêmê nayê xapandin, û bi melyonan nîşan û belge û dîdevanî li ser tawankariya rijêmê hene, û dê li dijî wê bên bikaranîn, ta bighêje roja ku kesên tevlî tawanên bikaranîna çekên kîmawî û hemû binpêkirin û tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê li sûriyê bûne, werin sizakirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
28 nîsan 2021