Di nav çalakî û semînarên Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Ofîsê komcivîneke diyalogî di bin navê ‘Diramaya Sûrî Ji Ketwar Cuda ye û Şoreşê Dişêwîne’ lidar xist, û têde mêvandariya endamê Hevbendiya Niştimanî romannivîs û sînarîst Fuad Himêra kir, û kesên cûrbecûr ji çalakvanên keç û xort yên civaka sivîl û şepêlên siyasî amade bûn.
Û Himêra şiroveyek li ser têgaha diramayê û nimûneyên hunerî yên sûrî berî şoreşê pêşkêş kir, û bal kişand ser ku rijêmê destûr neda ku yasayeke giştî bo çêkirina sînemayê were danîn, daku wê wek dîl li bal amûrên asayîşê mîna hemû warên jiyanê bihêle.
Û di şiroveya xwe de bal kişand ser şêwandin û veşartina bi mebest ji warê şaristanî yê dîroka şamê û sûriyê re, di riya zincîre-diramayên jîngeha şamê re, û bidûrxistina wê diramayê ya tam ji aliyê çandî û fêrkirin û yê hunerî, û şêwandina rola jina sûrî û guhnedana tevgera siyasî û çandî di demên ku sûriya têde pêşketinên şaristanî yên mezin dijiya.
Û Himêra li ser astengiyên ku rastî çêkirina diramaya rasteqîn tên, yên ku bûyerên şoreşê û hewcedariya wê bi xerckirinên darayî yên mezin heye axivî, û bal kişand ser ku nivîsandina bo dirama hewcedarî çandeke bilind e, daku ketwar bi rengekî rasteqîn û durist pêşkêş bike.
Û di komcivînê de hejmarek ji şiroveyan ji aliyê amadebûyan ve hatin pêşkêşkirin, û di bêhtirê wan de hat ku sûriya bi afrêneriya ramanî û çandî dewlemend e, û divê kar li ser bibe daku têkeve xizmeta gelê sûrî de, û xanim Nêvîn Hoterî li ser giringiya dîtina diramaya ku nûnertiya doza me bike û wêneya rasteqîn ya şoreşê bighêne bîneran axivî, û ji aliyê xwe ve Sewsen Filfilê bal kişand ser rola hunermendên li aliyê şoreşê radiwestin di çêkirina dirama ku derbirîna helwestên wan bike, her weha pêwîstiya bizavê bo çêkirina diramayên wiha re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî