Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî duh çarşemê di zemawendeke komî de beşdarî kir, û ew dawet bo 43 xot û keçên ji curbecur parêzgehên Sûriyê pêk tên lidar ket.
Û di ahengê de Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş û Endamê Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Endamê Desteya Giştî Ehmed Elşihadî û Ceneral Mihemed Elşemalî Nûnerê Hevbendiyê li Bajarê Gazî Entab amade bûn.
Û di dawetê de Serokê Encûmena Xwecihî ya Bajarê Cerablusê û Emîndarên Şoreşê li Cerablus û Bab û Minbicê û hejmarek ji nûnerên Feyleqên Artêşa Niştimanî û saziyên civaka sivîl yên li deverê kar dikin amade bûn.
Û Elherîrî tekezî li ser handana hîn bêhtir ji destpêşxeriyên xêrxwaziyê re di warê zewaca ciwanan de û avakirina malbatan de kir, ji ber ku yekgirtina civakê xurt dike, û aramiyê peyda dike, û got ku ew vê dawetê pîroz dikin, û hêviyên serkeftin û kêfxweşiyê ji wan re dixwazin, û ku ji îro de dest bi jiyaneke nû ya navnîşana wê hezkirin û rêzgirtin û kêfxweşî be bikin.
Û ev pêngav ji destpêşxeriyeke xêrxwaziyê ji aliyê weqfa karûbarên îslamî li bajarê Cerablusê û feyleqên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û saziyên xêrxwaziyê yên li deverê dixebitin bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî