Rêvebiriya Karûbarê Hikûmet û Saziyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi Serokartiya Hevrêzkarê Rêvebiriyê Farok Teyfor li dar xist, û behsa ketwarê xizmetkariyê li deverên rizgarkirî kir.
Û Endamên Rêvebiriyê D. Nezîr Hekîm û Ebdilmejîd Berekat di civatê de amade bûn, û xebatên ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî bo çakkirina ketwarê xizmetkariyê pê radibe berçav kirin.
Û kesên amade li ser ketwarê zanîngehan û karên Encumena Hînkirina Bilind û pêngavên wan ên ji bo bicîkirina xwendekarên zanîngehan nemaze Zanîngeha Heleba Azad axivîn.
Û amadebûyan pirosesa hilbijartinan di Encumenên Parêzgehan de gengeşe kirin, û tekezî li ser girîngiya wê di nûnertiya tevaya dever û nişteciyan de di warê bilindkirina asta xizmetkariyan bo welatiyan kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî