Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tawana revandina çalakvanê rojnamevan Husam Elqes şermezar dike, û daxwaza serbestberdana wî bi rengekî yekser û bê şert û merc dike.
Husam Elqes, endamê Saziya Asûrî ya Demoqrat e, û çalakvanekî ragihandinê li bajarê Dêrikê yê gundewarê Hesekê ye. Berî ku ew tûşî lêdan û revandinê bibe, li ser rûpelê xwe yê Facebookê nivîsek dijî PYDa terrorist nivîsandibû, û piştgiriya xwe ji raperîna xelkê Minbicê re yên dijî kiryarên PYD û leşkeriya neçar diyar kiribû,
Revandin û bêserûşûnkirina kotekî û tirsandin û binpêkirina mafên sivîlan ji hêla milîsên PYDe ya terrorist ve, ya ku xwe bi darê zorê wek desthilata defakto li ser sûriyan sepandiye, û binpêkirin û tawanan dijî wan pêk tîne, karekî redkirî û cihê pirotestokirinê ye, û divê her tişt bête kirin ji bo ev kiryar rawestin û berpirsên di ber de werin sizadan.
Berî ev milîsên terrorist û şaxên wan ên corbecor binpêkirinekê an dijiminkariyekê bi dawî bînin, dest bi ya din dikin, û çav ji van tawanan nayê girtin û bêdengî nema li hember wan dibe, û divê aliyên navdewletî yên piştgir ji van milîsan re bi erkên xwe rabin.
Gelê sûrî di têkoşîna xwe ya ji bo ruxandina stemkariyê û avakirina dewleta hevwelatîbûnê û jihevxistina tevaya rêxistin û milîsên terrorist û nehiştina wan li ser xaka xwe berdewam e.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
04 hezîran 2021
.