Daxwiyaniyeke Rojnamevan
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hişyariyê ji berdewamiya bêdengiya civaka navdewletî û aliyên sponseriya çareya siyasî li sûriyê dikin derbarê operasyonên gurkirin û binpêkirin û tawanên bombebarana bi topxane û mûşekan yên ku hêzên rijêmê dijî deverên sivîl li gundewarê Idlibê pêk tînin dide.
Îro hejmarek ji bajarokên devera Cebel Elerbeîn ya li gundewarê Idlibê û gundewarê rojhilatê devera Cebel Elzawiyê, rastî armanckirinên yekser bi mûşek û topxaneyan hatin, û bû sedema birîndarbûna hejmarek ji welatiyan, zarok jî di nav wan de hebûn.
Bizava pêşdeçûn û bombebaran û armanckirina deverên sivîl li gundewarê başûrê Idlibê, bi dirîjiya dema bûrî, ji hêla hêzên rijêmê û Milîsên Iranî ve nehat rawestandin, û bi dirêjiya hefteyên bûrî, bi mebest bi awayekî berdewam û dubare gund û bajarok armanc kirin, û bû sedema birîndarbûna welatiyan û çêbûna ziyanên madî û şewtandina rûberin berfireh ji zeviyan.
Van êrîşên dubarê binpêkirin in ji kêmkirina şer re, û rêşûnek tê xwestin ku sînorekî stratîcîk li pêşiya rijêmê deyne, ji ber ew dixwaze rewşê germ bike û cengê li şûna bijardeyên berdêl bihêle.
Rijêm û hevalbendên wê hewildan û pilan û tawanan ranawestînin, ew jî tê wateya ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku berpisyariyên xwe derbarê rewşa li sûriyê hilgirin, û pêngavên pêwîst bistîne, daku rêya siyasî li ser rijêmê bisepîne, û nehêle ku çi binpêkirinên nû pêk bîne, û kuştin û wêrankirinê li şûna çareya siyasî bisepîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
05 hezîran 2021