Daxwiyaniyeke Rojnamevan
Tekezkirina Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî li ser berpisyariya rijêmê di ber bikaranîna 17 caran ji çekên kîmawî re bi dirêjiya cenga wê li ser gelê sûrî pêşdeçûneke giring e, nemaze di warê pêşdeçûna lêpirsînên ku Sazî pê radibe de, tevî astengiyên berdewam ji aliyê rijêm û Rûsiya ve, hîn bêhtir binpêkirin û tawanên bikaranîna çekên kîmawî eşkere dike.
Ji civaka navdewletî û aliyên navdewletî çalak tê xwestin ku berve sizakirina kesên berpisyar di ber tevaya tawanên cengê de yên ku li Sûriyê pêk hatine herin, tevî tawanên bikaranîna çekên kîmawî û misogerkirina ku tawanbar ji sizayan rizgar nebin.
Bizavên ku rijêm û Kiremlên pê radibin bi riya gumankirina nerewatî û durustiya Saziya Navdewletî û tîmên pêve girêdayî, tu bingeh rastîtiyê jêre nîne, lê ew digihe asta ku çekên kîmawî bikin çekeke kilasîkî yê normal tevî hemû metirsiyên wê hewildanê li ser aştiya navdewletî.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku berevaniyê di ber dezgeh û biryar û komîteyên lêpirsînê û encamên wê bike, û nehêle ku saziyên wê tenê wek peykeran bênirx bin.
Em biryara giring ya li vê dawiyê ji aliyê Saziya Çekên Kîmawî derketiye bibîr tînin, yaku têde hatiye ku rijêm ji mafên xwe yê di hundir saziyê de bêpar bûye, û em raporên Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî yên sala bûrî derketine bibîr tînin, yên ku têde berpisyariya rijêmê di ber êrîşên li ser sivîlan gelek caran tekez kirine.
Ji Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî tê xwestin ku berpisyariyên xwe li gor biryara 2018 û li gor rapor û encamên lêpirsînên li pey hev yên ku Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî pêşkêş kirine hilgire, û li gor beşê heftemîn ji peymana Netewên Yekbûyî kar bike, û di riya liveke navdewletî re bihêle ku rijêm bi awayekî lezgîn û yekser biryarên navdewletî cîbicî bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
06 hezîran 2021