Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî û amadeûna Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî û Endamên Desteya Siyasî lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û dawîtirîn rewşa li bajarê Minbijê kir.
Û komîteya ku ji aliyê Hevbendiyê ve hatiye spartin ku rewşa bajarê Minbicê bişopîne rapora encamên pêwendiyên xwe li gel xelkê bajêr û rayedarên êl û eşîran pêşkêş kir, û endamên komîteyê diyar kirin ku xelkê bajêr kiryarên milîsên PYDe û sepandina leşkeriya neçar li ser ciwanên deverê red dikin, û daxwaza destêwerdaneke lezgîn bo danîna sînorekî ji kiryarên wan re kirin.
Û ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Rêvebiriya Karûbarê Penaberan, Ednan Rehmon, raporek ku têde rewşa penaberên sûrî li Danîmarkê şirove dike berçav kir, nemaze piştî biryarên zordarî yên ku Hikûmeta Danîmarkî dermafê hejmarek ji malbatên sûrî derxistine.
Û Rehmon diyar kir ku Rêvebiriya Karûbarê Penaberan pêwendî li gel zêdetir ji 400 kesan ji jin û mêran ji penaberên sûrî yên li Danîmarkê lidar xist, daku rewşa wan bizanibin û li ser pirsgirêkên wan rawestin, û got ku bêhtirê wan li ser jiyana xwe ditirsin ger Hikûmeta Danîmarkî li ser cîbicîkirina biryarên xwe rijd be, ji ber ku vegera sûriyê dê gefê bide ser jiyana wan di riya girtin û revandin û binçavkirina kotekî û îşkencekirina hovane ta mirinê di zindan û girtîgehên rijêmê de.
Û Rêvebiriya Karûbarê Penaber û Revendan raporeke hevbeş li ser rewşa penaberên sûrî yên li Urdinê pêşkêş kir, û raporê bal kişand ser ku pêwîst e biryarên navdewletî taybet bi pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî bêtin dirêjkirin, û raporê di temîniyên xwe de tevgerek ji Hevbendiya Niştimanî bo handana dewlet û aliyên bexşkar xwest, daku alîkariyên mirovahî bighînin penaberên sûrî li Urdinê, nemaze di rewşa dijwar a niha yaku têde dijîn, ji encama rewşa aborî ya xerab a ku vîrosa korona li seranserê cîhanê peyda kiriye.
Û Rêvebiriya Karûbarê Hikûmet û Saziyan dawîtirîn karên Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî berçav kir.
Û amadebûyan rapora Komîteya Girêdanên Leşkerî li ser rewşa ewlehî û leşkerî li deverên rizgarkirî û li eniyên şer şopandin, û hişyarî ji berdewamiya bêdengiya civaka navdewletî û aliyên sponseriya çareya siyasî li sûriyê dikin da, derbarê operasyonên gurkirin û binpêkirin û tawanên bombebarana bi topxane û mûşekan yên ku hêzên rijêmê dijî deverên sivîlan û gundewarên idlibê pêk tînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî