Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş, bi Serokatiya Hevrêzkarê Komîteyê Ehmed Bekora û amadebûna Rêvebira Pêwendiyan di Komîteyê de Înas Elnejar, civînek li gel Hevrêzkarê Komîteya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di Perlemanê Tirkiyê de Jalal Eldin Göven lidar xist, û pêre behsa pirsgirêkên ku rastî sûriyan tên kir.
Û herdû aliyan di civînê de li ser giringtirîn pirsgirêkên ku rastî sûriyan li Tirkiyê tên û giringtirîn çare bo wan pirsgirêkan axivîn.
Û Hevrêzkarê Komîteyê Ehmed Bekora ji birêz Göven re karê Komîteya Hevbeş û rola wê ya giring di pêwendiyên di navbera sûrıyan û aliyên fermî yên Tirkiyê de şirove kir.
Û ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê pesna karên ku Komîte pê radibe da, û tekez kir ku wê karîbû dengê sûriyan û xemên wan bighîne aliyên fermî li Tirkiyê, û bi ser de karîbû ku tevaya pirsgirêkên ku rastî wan tên bişopîne.
Tê zanîn ku Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş bi awayekî berdewam li gel aliyê Tirkî rewşa sûriyên li Tirkiyê gengeşe dike.
Û armanca Komîteyê ew e ku astengiyên ku rastî sûriyan tên bi hevkariya li gel aliyê Tirkî nehêle.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî