Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Tawanên işkencekirin û kuştinê yên di zindanên rijêmê de bi rengekî rêbazkirî û berdewam ji sala 2011an de pêk tên, yek ji giringtirîn kêşeyên ku divê civaka navdewletî berpirsyariya çareserkirina wê li xwe bigire ye.
Roja Navdewletî ya Netewên Yekbûyî ji bo Piştgiriya Qurbaniyên Işkencekirinê, helkefteke pir giring e ji bo bibîranîna dosya işkencekirin û girtinê li Sûriyê, û divê ev kêşe cihê lihevkirina tevaya mirovahiyê be, û çi mirovê rasteqîn nikare berdewamkirina vê tawanê bipejirîne û bi çavê lêbûrînê li tawankarê wê temaşa bike.
Bihezaran dîdevaniyan û dehên hezarên wêneyan ên ku ji dezgehên rijêmê hatine revandin, tenê beşek biçûk ji tawanên mezin ên dijî girtiyan bi şev û biroj bi dirêjiya salên pey hev di binê zindanan de tên kirin diyar dikin, idehên hezaran ji xort û qîzan û jin û mêran û kal û pîr zarokan, hîn girtî ne an bêserûşûn in, di heman dema ku şehîdketin ta roja îro berdewam e, di bin sîbera berdewamiya tawanên sêdarkirinê desrmafê girtiyan.
Jin û mêr û zarokên ji zindanên rijêmê û işkenceya giran rizgar bûne, hewcedarên alîkariyê ne li ser hemî astan. Saziyên civaka sivîl Karin giring di vî warî de dikin, û dixwazin kesên rizgarbûyî pêş bixin da karibin kar bikin û bi jiyanê re biguncin, û gelek kar tên xwestin ji bo alîkariya rizgarbûyan ji bo lipaşxwehiştina bandorên li laş û derûna wan û jiyana wan a civakî bûye ji encama derdeseriyên giran ên ku tûşî wan bûne, û astengiyên ku heye ta dawiya jiyana wan bi wan re bimînin.
Erkê civaka navdewletî ye ku berpirsyariyên xwe derbarê vê dosyayê hilgire, û tiştê tên xwestin bike ji bo dabînkirina gihiştina saziyên mafnasî yên navdewletî û xaça sor a navdewletî bo wan zindanan û pêkanîna serdanên yekser û jinişkave û rolane ji wan deveran re, ji bo dîtina rewşa zindankirinê û pêşkêşkirina pêşinyazên li gor wan serdanan tên xwestin.
Ti nirxê rewaya navdewletî tune ye, eger serderiyê bi vê dosyayê re bi hestekî mirovahî û yasayî neke,da rizgarkirina girtiyan ji zindanên mirinê dabîn bike, û biryarên encumana ewlekariyê yên di vê derbarê de bişopîne, û di serî de ew bendên derbarê girtina sivîlan û işkencekirina wan bi rengekî kotekî.
Hevbendiya Niştimanî careke din daxwazên xwe yên ji bo veguhestina dosyaya binpêkirinan li Sûriyê- tevlî dosya işkencekirinê bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî û peyketin û sizakirina berpirsyarên di ber wan binpêkirinan de dubare dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
26 hezîran 2021