Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek bi Şanderê Holendî yê Taybet bo Sûriyê Email de Pont û tîmê alîkar re li Qonsilxaneya Giştî ya Holendî li Stanbolê lidar xist, û pêre behsa dawîtirîn pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û di hevdîtinê de Cîgira Serok Ruba Hebûş û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo amade bûn.
Û amadebûyan rewşa doseya Sûriyê di dema rewşa herîmî û navdewletî ya niha de berçav kirin, û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser astengiyên curbecur yên ku rastî gelê sûrê tên daku hêviyên xwe bo azadî û rûmet û demoqrasiyê di rewşa niha de pêk bîne kir, û cext kir ku çênabe ku Sûriya di dema hebûna rijêma Esed de ava bibe, her weha di dema piştgiriya ku rijêm ji Rûsiya werdigre, Rûsiya ku VETO bo nehêlana gihandina alîkariyan bo 4 melyon sûrî li deverên rizgarkirî bikar tîne.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya kar li ser doseya girtiyan wek yek ji rêşûnên avakirina baweriyê kir, û bal kişand ser ku ev doseya ta niha hîn di cihê xwe de ye ji ber xemsariya navdewletî di warê sizakirina kesên tawan dermafê girtiyan pêk anîne.
Û Elherîrî tekez kir ku kaxeza bêhtir çalak ew e ku danpêdan ji aliyê 114 dewletan ve hatiye kirin ku Hevbendiya Niştimanî nûnerê rikberiya Sûrî yê rewa ye, ew jî li gor biryara Netewên Yekbûyî 262/67, û Eeherîrî mixabîniya xwe anî ziman ku nûnertiya rikberiyê ya rasteqîn di saziyên navdewletî de nîne.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve li ser bêserûberiya di saziyên navdewletî de yên ku guhartin di ajansên Netewên Yekbûyî de çêkirine axivî, û nerazîbûna xwe derbarê pejrandina rijêma Esed wek endam di Encûmena Cîbicîkar ya Saziya Saxlemî ya Cîhanî de diyar kir, di dema ku rijêm berpisyare di ber armanckirin û rûxandina bi sedên nexwaşxane û xalên bijîşkî li gor tekeziya raporên navdewletî.
Û Istêfo bal kişand ser ku birîna alîkariyên mirovahî ji ser penaberên sûrî li Urdinê dê wan rastî derdeseriyeke nû bîne, ji ber birîna alîkariyên mirovahî ji ser 4 melyon kes li deverên rizgarkirî zêde dibe, bi sedema gefên Rûsiya ku VETO dijî pirojeya dirêjkirina gihandina alîkariyên mirovahî bo hewcedaran bikar bîne
Ji aliyê xwe ve Şanderê Holendî tekezî li ser dana derfetên rasteqîn bo sûriyan di biryardana çaranûsa wan de kir, û cext kir ku sedema serkeke ya berdewamiya derdeseriyên sûriyan rijêma Esed û tawanên wê dermafê nişteciyan e.
Û cextî li ser giringiya cîbicîkirina biryarên Netewên Yekbûyî yên taybet bo Sûriyê û di serî de biryara 2254 ta bighê dawiya wê kir.
Û bal kişand ser ku Rûsiya doseya sûrî di nakokiyên xwe yên navdewletî de bikar tîne, û ji ber ku wê wek kaxezekê bikar tîne ew jî bû sedema bobelata mirovahî ya mezin.
Û Şanderê Holendî giringiya nûkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya dergehên sînorî re anî ziman, û ji dezgehên navdewletî daxwaza kar li ser doseya girtiyan kir, ji ber ku hîn bidehê hezaran girtî hene, û çarenûsa kurên bi hezaran malbat ne diyar e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî