Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di rojeke weku îro de ji sala 1980ê de rijêma Esed dermafê Sûriyan li bajarê Tedmurê komelkujiyeke mezin pêk anî, û tevî ku hûrgiliyên bi temamî yên komelkujiya ta niha diyar nebûne, lê nûçeyên ku ji wir derketine û agahî û danpêdan dibêjin ku bêhtirî 1,100 girtî bi awayekî komlegehî bi gule û mayînên desteyî li ser destê endamên Seraya Eldîfai di berbanga wê roja xwîndar de hatin kuştin.
Wê komelkujiya kurtekarekî piratîk bû ji raman û hişmendiya rijêma tawanbar yaku pê 50 salî hikumdariya Sûriyê kiriye, û têde zincîrek ji tawanên li pey hev dermafê sûriyan pêk aniye, û hîn jî werzên xwe didomin ji destpêka birêketina şoreşa Sûriyê di sala 2011an de.
Şûnmayê tawanên Esed divê bi dawî bibe, û gelê sûrî bighe dawiya ku têde hûrgiliyên wan tawanan eşkere bike, û navê tevaya pakrewan û qurbaniyan diyar bibe, ta bighêje dadgehkirina berpisyarên tevlî wan tewanan bûne, li pêşiya dadgehên dadmend.
Ji cîhanê tê xwestin ku bi helwest û awayekî cidî li hemeber rijêma ku xwediyê va doseya tawanî raweste, û hewlên navdewletî ji nû de bi yek bin, daku biryarên navdewletî cîbicî bikin, û tawanan rawestînin û tawanbarên cengê li Sûriyê siza bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
27 hezîran 2021