Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Em pakrewanên gelê Sûriyê birîrtînin û li hember giyanên wan bi rêz û hurmet radwestin, di bîranîna komelkujiya ku endamên milîsên PYD yên terrorîst dermafê xwepêşandan û şoreşgerên bêçek li bajarê Amûdê di 27 hezêrana sala 2013yan de pêk anîne de, yaku di çarçoveya peyketina hêzên şoreş û rikberiya sûrî li bajar û bajarok û gundên Hesekê û Qamişlo û gundewarên wê bo xizmeta berjewendiya rijêma Esed bû.
Mukurhatina bi vê tawanê û sizakirina kesên berpisyar û qerbokirina qurbaniyan dê destpêka rêyeke dirêj be, ta bighêje jihevxistina rêxistinên terrorist, û birîna têkliyên wan li gel rayedarên rêxistina PKKe ya terorist, û endamên biyanî ji xaka Sûriyê werin derxistin, û girêdanên wan li gel rijêma Esed bête birîn.
Ev milîs dijî jiyan û azadiyê ne, û nikarin di avakirina welêt de beşdar bin, ji ber ku tawanên wan dubare dibin, çi bi serkutkirin û terora dijî sivîlan be, weku li vê dawiyê li bajarê Minbicê çêbûye, ku têde 8 sivîl şehîd ketin, an girêdayî tawanên koçberkirin û girtin û binçavkirina kotekî û leşkeriya neçar be.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku ew helwestên dewletên ku bê deng mane, derbarê tawanên rêxistinên weha yên berdewam û piştgiriya bi çekdan û siponserî û parastina wan red dike, û careka din daxwaza jihevxistin û qewitandina girûp û milîsên terorîst, her weha derxistina tevaya şervanên biyanî ji xaka Sûriyê dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
28 hezîran 2021