Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bi dirêjiya sala 2012an, di çarçoveya operasyonên serdegirtin û dorpêçkirin û êrîşên dijî bajar û bajarok û gundan li curbecur deverên Sûriyê, hêzên rijêmê û nandoz û endamên milîsên pê ve girêdayî, zincîrek ji komelkujiyan pêk anîn, û hejmarek ji deveran bi çekên kesayetî û klaşinkof û kêran armanc kirin.
Yek ji komelkujiyên herî metirsîdar li bajarê Dûma bû, di rojeke weke îro de pêk hat, gava çeteyên rijêma kujer û nandozên wê êrîşî bajêr kirin û bidehan sivîlên ku di nav de zarok û jin û malbat hebûn bi temamî kuştin, û nêzîkî 150 kesî birîndar kirin.
Encamên lêpirsînan û raporên navdewletî û bi melyonên belge û dîdevanî û vîdyoyan, tekez dikin ku rijêma Esed di ber lîsteya bi hezarên komelkujî û tawanên cengê de berpisyar e, û ew berpisyariyeke berdewam e, û bi ti şêweyî ji bin wê berpirsyariyê dernakeve.
Civaka navdewletî û aliyên navdewletî yên çalak, berpisyariyê derbarê tawanên ku rijêmê û Rûsiya û Îranê dermafê gelê sûrî bi dirêjiya deh salan pêkanîne hildigrin, û ji wan tê xwestin ku bi awayekî çalak bilivin, daku tawanan rawestînin, û nehêlin ku tawanbarê cengê ji sizayan rizgar bibin, û bi pêngavên pêwîst bo misogerkirina wê rabin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cextê li ser pêwîstiya ku doseya tawanên cengê li sûriyê veguhêzin Dadgeha Tawanên Navdewletî dike, di heman demê de bi hewlên navdewletî rabin, û ji nû de veguhastina siyasî di pêşiya doseyan de deynin, û tawanbaran di hundir çarçoveyeke demnîşankirî de siza bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
28 hezîran 2021