Çalakvanekî Sûrî ji Berlînê paytexta Almaniya bi baysikilê gihişt Emistirdama paytexta Holanda, bi armanca gihandina du nameyan bo rêxistina “Lêborîna Navdewletî”, derbarê girtiyên Sûriyê û bombebarankirina herdu parêzgehên Dêrazorê û Reqê .
Di parçevîdiyoyekê de ku ji aliyê ajansa “Smart” hat belevkirin, çalakvan “Moro Elelî” dibêje ku armanc ji geşta wî ya heft rojan dirêj kir ew bû, gihandina du nameyan ji bo rêxistina “Lêborîna Navdewletî”, ku yekem name derbarê vekirina doseya girtiyên Sûrî yên di girtîgehên Esed û rêxistina DAIŞê û bereya Elnusra de bû.
Elelî got ku duwem name ji bo birina bala “Lêborîna Navdewletî” li ser bombebarankirina berdewam ya li ser parêzgeha Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê û parêzgeha Reqê ya bi “bihaneya dijberiya rêxistina DAIŞ” dibe ,ligor gotina wî .
Û Elelî di nameya xwe de Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên Rijêmê, û tevî milîsên ” QSD” û milîsên “hişda şe’bî” ya Îraqê, bi “qirkirina xelkê” tometbar dike, ligor axaftina wî.
Ku Elelî gihişt Emistirdam hevdem ligel xwepêşandana ku bi dehan penaberên Sûrî û hemwalatiyên Holanda têde beşdar bûn, ji bo bîranîna komkujiya kêmyayî ya li navçeya Xûta rojhilat li gundewarê Şamê, ya berî çar salan ji aliyê hêzên Rijêmê hatibû pêkanîn û têde bi sedan kes bibûn qurbanî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî