Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro, li bajarê Stanbolê di bin navnîşana Xola Têkoşerê Koçkirî Uqab Yehya Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî de birê ketin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, D. Nesir Elherîrî, şiroveyek li ser pêşhatên rewşa meydanî û siyasî pêşkêş kir, û karê ku Hevbendiya Niştimanî di domahîka xola serokayetiyê ya niha de pê rabûye berçav kir.
Û Elherîrî li ser tevgera Hevbendiyê û karên wê derbarê doseya dergehan û derbaskirina alîkariyên mirovahî û dorpêçkirina niha yaku Rûsiya û rijêma tawanbar li ser Deraa Elbeled disepîne axivî.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bo Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 û pêkanîna veguhestina siyasî li welêt û lidarxistina desteya hikumdariyê ya veguhêz kir.
Û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî raporên karên xwe berçav kirin, her weha Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û Sendoqa Qerzan jî raporên karê xwe pêşkêş kirin.
Û tê çaverêkirin ku îro hilbijartin çêbibin, daku Desteya Serokatiyê ya nû ji Hevbendiyê re hilbijêrin, tevî postê Serok û sê Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî, her weha Desteya Siyasî yaku ji nozdeh endaman pêk tê were hilbijartin.
Û endamên Desteya Giştî dê sibe sêşemê civatên xola niha berdewam bikin, û di civatan de dê raporên ofîs û rêvebirî û komîteyan her weha yên Desteya Danûstandinê û Komîteya Destûrî ya Sûrî berçav bibin.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî