Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro, Salim Elmislit wek Serokê Hevbendiyê û Ebdilehed Stêfo û Ruba Hebûş wek Cîgirên Serok û Heysem Rehmê wek Emîndarê Giştî hilbijartin.
Û Desteya Giştî di xola 57an de yaku îro lidar dikeve, Desteya Siyasî ya nû ya ku ji nozdeh endaman pêk tê hilbijart, ew endam jî ev in: Ehmed Tuimê, Ehmed Seyid Yosif, Bedir Camos, Besme Mihemed, Riyad Elhesen, Zuhêr Mihemed, Selwa Ektaw, Selîm Elxetîb, Ebdilbasit Ebdilletîf, Ebdellah Gedo, Ebdilmejîd Berekat, Farûk Teyfor, Behcet Etasî, Mihemed Qedah, Mihemed Silo, Mihemed Nezîr Elhekîm, Yehya Mektebî û Hadî Elbehra.
Û Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, sibeha îro duşemê, li bajarê Stanbolê di bin navnîşana Xola Têkoşerê Koçkirî Uqab Yehya Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî de birê ketin, û di xiştekara civatan de dê behsa giringtirîn pêşketinên di doseya sûrî de li ser asta siyasî û meydanî bikin.
Û Endamên Desteya Giştî dê sibe sêşemê zincîra civatên xola niha berdewam bikin, û di civatan de dê raporên ofîs û rêvebirî û komîteyan, her weha yên Desteya Danûstandinê û Komîteya Destûrî ya Sûrî berçav bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî