Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, koçadawîkirina torevan û rojnemevan Ebdellah Zincîr yê ku li bajarê Stanbolê îro bi kirîzeke dil di temenê nêzî 55saliyê de jiyana xwe ji dest daye ragdigihîne.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyên germ bo malbata torevanê koçkirî û hevalên wî tîne ziman, û pesnê rol û kartêkerbûa nameya rehmetî di warê fêrkirin û perwerde û ragihandina hînkirinê de bo xizmeta gelê Sûrî û şoreşa wî dide.
Koçkirina mamoste zincîr ziyaneke mezin e, lê nameya ku rehmetî jiyana xwe bo wê terxan kiriye dê di dû wî re di riya heval û şagirtên wî yên ku sûde ji destpêşxerî û çalakî û pirojeyên perwerdekarî û hînkirinê û rewşenbîriya wî ya pêşeng wergirtine bidome, nemaze pirojeya tilfizyona Sena ya hînkirinê, û pirojeya dibistana Sûrî ya dîjîtalî yaku li ser xebitiye, daku awayên fêrkirinê li kamp û tevaya deverên rizgarkirî û dewletên penaberiyê dabîn bike, û daku zimanê lawên me û nasnemeya wan biparêze.
Em dilovaniyê ji Torevanê koçkirî re ji xweda dixwazin
Xweda karên rehmetî bipejrîne
Em yên xweda ne û em ê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
13 tîrmeh 2021